
PeyamaKurd - Pisîk ajalek mulayîm û ne êrîşbaz e. Lê ku êşîya, cîh lê teng bû û tirsa mirinê ket dilê wê, êrîşbaz dibe. Îro rewşa dewleta Îranê jî wek ya pisîkê ye. Li her derê cîh lê teng bûye, li Libnanê, Sûrîye û Yemenê darbeyên mezin dixwe û têk diçe. Ji bo tola êş û brînên xwe bistîne, îcar li Iraqê û Herêma Kurdistanê dek û dolaban digerîne, provokasyonan pêk tîne û dixwaze tola têkçûna xwe ji Kurdan û ji Amerîka û Hêzên Hevpeyman bistîne.
Alîgirên Îranê yên wek Haşdî Şabiî û Hizbûllah a Iraqê di demên dawîn de bi taybet li derûdora Bexdayê bi rakêtan êrîşî Amerîkî û Hêzên Hevpeyman dike. Gelek zelal e ku li pişt van kiryaran Îran heye û hedefa wan jî gelek zelal e. Îran dixwaze bi wan kiryar û êrîşan Iraqê wek Afganistanê bêîstîqrar bike ji bo ku Amerîkî nikaribin çare û rêçûnan ji bêîstîqrarîya Iraqê re peyda bikin û hêzên hevpeyman jî têk biçin. Ev yek ji armanca sereke ya Îranê ye.
Îran ji zû de hewl dide ku bi rêya grûpa 16.Oktoberê li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê çalakîyên terorîstî pêk bîne û serê Hikûmeta Kurdistanê bêşîne. Nêzîkbûna partîyên Rojavayê Kurdistanê û hewldana hevkarîyek netewî sedemek ji sedemên êrîşên Îran û Tirkiyê ne.
Herweha civîna PDK û YNK ya ku di 11ê Tebaxa 2020an de bi serokatîya Bafil Talabanî û Hoşyar Zebarî li Dukanê pêk hat û herdu alîyan li ser çend xalan li hev kirin, ji bo êrîş û provokasyonên Îranê bû sedemek din. Îran naxwaze navbera PDK û YNK xweş bibe. Her çiqasî grûpa 16. Oktoberê hevkarên kevn yên Îranê bin jî, nêzîkbûna PDK û YNK Îranê ditirsîne.
Provokasyon û lîztikên endamê kevn yê El Qaîdeyê Soran Omer jî tu faydeyek ji Îranê re neanî û bi ser neket.
Îran her rê û rêbazê, her dek û dolabê digerîne da ku bi provokasyon û êrîşên nû armanca xwe pêk bîne û cîh li Hikûmeta Kurdistanê, PDK û Barznîyan teng bike. Niha jî li bajarokên wek Qeladizê û Ranyayê -ku li ser sînorên Îranê ne- bi rêya PKK a Qendîlê, bangewazî li xelkê deverê kirin ku li dijî avahîyên hikûmetê xwepêşandanan pêk bînin.
Di vê çarçoveyê de, doh 12ê Tebaxê xwepêşanderên PKK û grûpa Neslê Nû ya ku wek PKK a Kurdistana başur kar dikin, êrîşî avahîyên Tevgera Goran kirin, avahîya wan şewitandin û avahîya PDK jî kevirbaran kirin.
Îran li Bexdayê bi rakêtan êrîşî Hêzên Hevpeyman dike û li Kurdistanê jî bi rêya PKK alozîyan derdixe. Helbet ev provokasyon û êrîşên dijminane ji bo medya PKK dibin alav û hincetên êrîşên neyartî û medya PKK van provokasyonan wek “Serhildanên Nû“ bi nav dike.
Di vir de erkek mezin dikeve ser milê dezgeh û partîyên Kurdistanî. Û ji vê yekê zêdetir, erka herî mezin dikeve ser milê Hikûmeta Kurdistanê, PDK û Barzanîyan.
Divê PDK û Barzanî bizanin ku hemû êrîş û provokasyonên ji alî Îran, Tirkîye û alîgirên wan ve tên kirin li ser hesabê têkçûn û lawazbûna wan tên kirin.
Têkçûna PDK û Barzanîyan têkçûna Hikûmeta Kurdistanê ye.
Têkçûna Hikûmeta Kurdistanê têkçûna destkeftinên milletê Kurd e.
Têkçûna destkeftinên milletê Kurd jî têkçûna azadî û xewnên serxwebûna Kurdistana mezin e. Ji ber vê yekê;
Divê PDK teng nefikire, berfireh bifikire, hesab, plan, proje û stratejîyek netewî ji bo her çar parçeyên Kurdistanê amade û jîndar bike.
Di serî de jî divê medya û çapemenîyek netewparêz û Kurdistanî damezrînin. Çawa ku dagîrkerên me ji bo têkçûna Kurd û Kurdistanê her alav û hacetan bi kar tînin, çawa ku bername û stratejîyên berfireh amade dikin û dixin jiyanê, divê PDK û Barzanî jî êdî xwe ji qalibên teng derxin, hesabên mezin bikin, siyaset û stratejîyek ji bo Kurdistana mezin û yekgirtî biafirînin. Yan na, ewê di nav dorpêça hirç û hovan de têk biçin û winda bibin.