image

PeyamaKurd – Îro 25ê Îlonê salvegera Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya 25ê Îlona 2017an bi pêşengiya Serok Mesûd Barzanî hatiye encamdan e ku li Başûrê Kurdistanê bi rêjeya sedî 93.72 gelê Kurdistanê ji Serxwebûn û Dewletbûnê re dengê ‘Belê’ daye.

Serok Barzanî li ser twitterê got: Em xwe naçemînin û li pişt wê roja dîrokî û çarenivîsa gelê Kurdistanê rawestiya.

Ji bilî serok û serkirdeyên Kurdistanê li ser medya civakî jî salvegera Referandûma Serxwebûnê bi hez û kelecaneke mezin hat pîroz kirin û Kurdistaniyan bi peyamên xwe ew roja bêmînak a dîroka Kurdistanê pîroz kirin.

Ligel hemû dijber û neyarên Kurdan û çend sal bi ser referandûmê re derbas bibin jî referandûma demokratîk a gelê Kurdistanê wekî ‘tapoya Kurdistanê’ tê nirxandin ku ev biryareke neguher a gelê Kurd bû.

Kurdistaniyan û dostên Kurdan bi vîdyo û peyamên xwe dilsoziya xwe bo wê roja dîrokî nîşan dan.