
PeyamaKurd - Li bajarê Konyayê yê Tirkiyê, (31.06.2021) malbateke Kurd rastî êrîşeke hovane hat. Êrîşkarê hov ji malbatekê heft kes bi çekan kuştin. Piştre jî ji holê winda bû û piştî hefteyekê doh 4ê Tebaxê girtin.
Lê mixabin êrîşên hovane yên li dijî Kurdan, ne ev tenê ye. Di van demên dawî de êrîşên li dijî Kurdan gelekî zêde bûne. Di 17ê Hezîranê de li Îzmîrê di avahiya HDPê de êrîşek pêk hat û jina bi navê Deniz Poyraz hate qetilkirin. Piştî wê jî dîsa li Konya, Afyonkarahîsar û Enqerê Kurdên niştecih û hinek karkerên demsalî rastî êrîşên hovane hatin. Di van êrîşan de jî kesek hatibû qetilkirin û dido jê giran gelek kes jî birîndar bûbûn.
Piştî van bûyeran erkdarên dewletê hemiyan bi hev re bi zimanekî tund red kirin gotin ku ev êrîş bûyerên edlî ne û tu eleqeya wê bi Kurdbûnê re nîn e. Lê belê her tişt li ber çavan e. Ew kesên ku êrîşî Kurdan dikin işareta guran (işareta MHPê) çêdikin û bi rengekî eşkere Kurdan tehdîd dikin. Pazdeh baroyên herêmê li ser van bûyeran daxuyaniyek dan û xwestin ku ev bûyer werin lêpirsîn. Lê di gavê de medyaya hukûmetê hemî baro weke endamên PKKê nîşan dan û di rojnameyên xwe de sernavê “PKK’nin Baro’nlari” nivîsandin.
Van rojan jî ji ber ku agir li aliyê Ege û Behra Spî derdikeve, her kes Kurdan nîşan dide û li ser medyaya civakî her kesî li dijî Kurdan hevdû tûj dike. Îro ji Îtalyayê heta bi Yewnanîstanê li her derê dinyayê agir derdikeve. Lê belê ku li Tirkiyê agir derkeve, ev destê Kurdan tê. Heke erdhej jî çêbibe, hinek wê Kurdan sûcdar bikin. Lê bi rastî weke ku berî niha jî me nivîsandibû, heta ku erkdarên dewletê êrîşên li dijî Kurdan bi rengekî tund ceza nekin, êrîşên wiha wê zêdetir bibin. Lewra ew kesên ku van qetlîaman dikin, dizanin ku wê werin parastin. Ev jî cesaretê dide wan û hevalên wan.
Heta niha gelek caran Kurd li Rojavayê Tirkiyê rastî êrîşên nijadperestî hatine. Di van demên nêzîk de li Mêrsînê malbateke Kurdên Kurdistana Iraqê rastî êrîşeke hovane hat.
Heta niha bûyereke civakî derneket. Lê belê mirov nizane di kû re zirav dibe û di kû re diqete. Ji ber vê yekê berî gavekê divê hukûmeta Tirkiyê li pêşiya bûyerên wiha bibe asteng. Divê ev bûyer jidil werin jêpirsîn û kiryarên wan werin cezakirin ku kesên wiha lingên xwe bi baskî xwe ve bikişînin. Naxwe bûyerên mezin ji yên piçûk çêdibin. Weke ku tê dîtin daristanek û çiyayek bi çixareyekê dişewite.