image

PeyamaKurd – Kovara polîtîkayên derve ya Amerîkî National Interest, beriya ku artêşa Tirkiyê di nav Rojavayê Kurdistanê de bipêş ve biçe, bangewaziyek kir û daxwaz kir, li deverên hêzên rûsî derketine leşkerên Amerîkayê werin bicihkirin û çekên pêşketî bo hevpeymana Amerîka Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bêne dayîn.

Di gotara National Interestê ya balkêş de, tê gotin ku Tirkiye ji bo operasyona ser Rojava-HSDê li benda dema herî guncaw e û divê Amerîka jî hevpeymanên xwe yên Kurd ti carî bi tenê nehêle û wan biparêze.

Hatiye diyarkirin ku ji ber şerê Ukraynayê, Rûsya li hin herêmên Sûriyê hêzen xwe vekişandine û pêwîste wan deveran hêzên Amerîkî dagire û piştevaniya çekên pêşketî bide HSDê.

 ‘Ji bo Tirkiyê dema herî guncaw e’ 

Di gotara ku ji aliyê Jonathan Meilaender hatiye nivîsîn de, tê gotin ku Amerîka li hember gefa nû ya Tirkiyê dikare xetayên xwe yên berê yên li Sûriyê rast bike, ji ber hîn leşkerên Amerîkî û Rûsî li Sûriyê ne û ligel Tirkiyê sê sînorên hevbeş diparêzin.

Di analîza Jonathan Meilaender de hatiye diyarkirin ku piştî stratejiya Trump a vekişînê û ricaya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li 2019an, hêzên Amerîkî tenê ji bo parastina herêmên petrolê li Sûriyê mane û Tirkiyê jî di vê navberê de, herêma navbera Kobanî û Girê Spî xistiye bin kontrola xwe û wiha pê de diçe:

“Ev rewşa xerîb niha jî dewam dike. Hêzên Amerîkayê di nav herêmên HSSDê (Rojava) de dewriyeyan digerînin. Tirkiye û komên girêdayî wê jî şerîda sînor kontrol dikin û Rûsya jî li herêmên mayî dewriyeyan digerîne.”

“Lê belê Rûsya ji ber şerê Ukraynayê, hin hêzên xwe kişandin û niha ne zelal e bê Rûsya dikare HSDê biparêze yan na. Ji ber wê jî ji bo operasyona Tirkiyê ev demeke bêhempa ye.”

“Erdogan bixwaze dikare êrîşî du hêzan jî bike, lê nekir”

 “Divê mirov li peyamên Erdogan ên paqijkirina Minbiç û Til Rifatê şaş nemîne. Erdogan muhtemel e ku difikire wê Rûsya vekişe. Ji ber ku hejmara hêzên Amerîkî û Rûsî bi qasî ku bikarin rê li ber pêşveçûna hêzên Tirk bigirin kêm e, di rastiyê de ti caran HSD tam nehatiye parastin. Dema mirov di çarçoveya leşkerî de binêre, Erdogan karibû çend sal berê jî êrîşî wan herdu hêzên biyanî bike. Lê helbet ji ber encamên wê naxwaze êrîşî Rûsya û Amerîkayê bike.

Niha ji ber rewşa hesas a Ukraynayê ne diyar e bê Pûtîn wê bikare Tirkiyê ceza bike yan na. Berevajî wê hemû kart di destê Tirkiyê de ne û Tirkiye derbasbûna kendavan kontrol dike. Ev jî dikare fîloya rûsî li Tartûsê bêyî derbasbûna Derya Spî bi fermî asteng bike û keştiyên kargo yên rûsî bide rawestandin. Herwiha balafirên bêmirov ên Bayraktar ên Tirkî li Ukraynayê bi bandor bûn, xwe îspat kirin û teslîmat jî dewam dikin." 

“Dagirkeriya Tirk dibe derbê li berjewendiyên Amerîkayê bide”

Di gotarê de tê diyarkirin, "Wekî encam, dagirkeriya Tirk, ne tenê ji bo Sûriyê û HSDê herwiha wê ziyanê bigihîne berjewendiyên stratejîk ên Amerîkayê. Vekişîna Amerîkayê xetayeke mezin bû. Lê zehmet e mirov vekişîna ji Afganistanê wekî amadekariya vekişîna ji Sûriyê binirxîne.

Lê belê hebûna Amerîka ya li Sûriyê arzan e û hêjaye lê. Hem dibe faktora astengkirin û zindîbûna DAIŞê hem jî di navbera Esed û Rûsyayê de rola hevsengiyeke baş didît. Û bê beramber me dev ji vê hevsengiyê berda.”

Amerîka dikare xetayên xwe rast bike. Wekî ku di gelek mînakên reqabeta Sûriyê de çêbûye, xala bingehîn mayîna li wê derê ye. Amerîka bi hebûna xwe ya leşkerî dikare rê li ber hêzên din bigire. Lê belê Tirkiye, Esed û Rûsya tevî ku nikarin êrîşê deverên hêzên Amerîkî dewriyeyê dikin, bikin Amerîka jî nikare zexta vekişînê li Rûsya û Tirkiyê bike.

Li holê çareseriyeke eşkere ya dîplomatîk jî nîne. Heger Rûsya vekişe, di nav de jî hin tawîzên bo Pûtîn li piştperdeyê heben, gelo em çima destûrê bidin Tirkiye daku valahiyê tije bike? Li şûna wê divê Amerîka wek parastvana hemû herêmên HSDê rola xwe bidomîne û divê vê bike jî." 

“Bila çekên hîn pêşketîtir ji HSDê re bişînin”

 “Tekana tişta ku Amerîka bike, divê ji raya giştî re ragihîne ku ew dê li herêmên ji Rûsyayê vala bûne dewriyeyên xwe bigerîne. Ji bo bi vê ragihandinê baweriyê bide jî pêwîste Amerîka hêzên xwe yên li Sûriyê bi çekên giran û zirxî bihêztir bike. (Niha tenê hin wesayîtên piyedayan û çend sed leşkerên me hene, lê tank tune ne.)

Ger Amerîka xwedîtiya HSD ya ku Esed tim wek gef bikar tîne bike, ev dê ji sûdeya Esed û Îranê zêdetir be û şirîkatiya Amerîka-HSDê ji dagirkeriya Tirkiyê gelekî çêtir e." 

Jonathan Meilaender di dawiya vê analîza xwe de dibêje; "Dema ku Rûsya vekişe, garantîkirina parastinê ji aliyê Amerîkayê ve, wê fişara Esed û Rûsyayê ya ser HSDê kêm bike. Herwiha Amerîkayê rê li ber veberhênana li herêmên kontrola HSDê vekir. Îhtimala ku veberhêner zêdetir biçin herêmeke ku ji aliyê Amerîkayê ve tê parastin.

Divê Amerîka kalîteya çekên ku dide HSDê jî zêde bike. Amerîka ji sala 2014an ve HSDê çekdar dike, lê piraniya vê sewqiyatê çekên sivik, biçûk û hin wesatiyên leşkerî yên sivik in.

Pêwîste Washington, planeke perwerdehiya HSDê ji bo sîstemên modern ên tanksavar û sîstemên mobîl ên berevaniya asmanî pêk bîne. Wê çekên baştir ên ku bo HSDê bên dayîn, wê helbet bihayê her pêşveçûneke Tirkiyê girantir bike.”