image

PeyamaKurd – Gotinên nivîskara rojnameya Cumhuriyet a Tirkiyê Işil Ozgenturk a bi sernavê ‘Em di nav çala pornoyê di digevizin’ ku Kurdan tawanbar dike rastî nerazîbûna Kurdên bakur hat.

Ozenturk di beşeke nivîsa xwe ya ku qala leşkerê tecawizkar Musa Orhan dike de, qaşo ji devê mamosteyeke li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê xebitîye û herêmê baş nas dike, bav û dêyên Kurdan û keçan tawanbar dike.

Di nivîsê de hatiye gotin, “Li vir ti qîmet bo keçan nayê dayîn. Bav keçên zarok wekî zarokên xwe hesab nakin, wan nadin xwendin, wekî mal têne firotin…”

Li ser van gotinan gelek keçên Kurd ên ji Bakurê Kurdistanê li ser medya civakî bertekek tund nîşan dan û gotinên wê nivîskarê wekî nijadperestî bi nav kirin.

Herwiha bang li rojnameya Cumhuriyetê jî hat kirin ku dawî li karê wê nivîskarê bîne û lêborîna xwe ji Kurdan bixwaze.

/p>