image

PeyamaKurd – Rojnameyeke Hindistanê ya rojane li ser fişar û zextên van demên dawî yên Tirkiyê li ser civaka navdewletî bi taybet NATOyê ku navenda wê pirsa Kurd e, gotarek belav kir.

Di gotara ku di rojnameya rojane ya Hindistanê The Statesman a bi Îngilîzî weşanê dike de, li ser pêşhatên dawî yên piştî şerê Ukrayna-Rûsyayê û zext û şantaja ku Tirkiye dixwaze li dijî Kurdan jê sûde werbigire analîzek weşand.

Li gorî nivîsê divê fişara Enqerê û dijderketina Swêd û Fînlandayê bo endamtiya NATOyê, hevdem di çarçoveya fişara leşkerî ya ser PKKê de were nirxandin.

 “Pirsgirêka Kurd di navenda pêwendiyên Tirkiye û welatên Rojava de ye”

Li gorî nivîskarê gotarê, pisporê Rojavayê Asyayê Ranj Aladdîn, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) wek hevpeymaneke Amerîkayê di têkdana DAIŞê de, bilez navê xwe derxist pêş. Pirsgirêka Kurd jî bi salan e ku bûye yek ji mijarên sereke yên pêwendiyên navbera Tirkiye, Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ji bo hilweşandina ‘Rêveberiya Xweser’ a ji aliyê kurdên Sûriyê ve li bakurê Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin, hejmarek operasyonên leşkerî pêk anî.

Aladdîn di nivîsa xwe de behsa wê yekê kiriye ku Tirkiyê ji bo pêkanîna polîtîkaya xwe ya çewisandina Kurdan, hewl daye ku proseya endamtiya NATO ya Swêd û Fînlandê asteng bike.

Ji bo rakirina astengê wekî bedelê plana berfirehbûna NATOyê li Îskandînavyayê, rakirina ambargoyên ser pîşesaziya çekan a Tirkiyê û hewla wergirtina hinek tawîzan ji welatên Rojava dide.

Dijderketina Enqerê ya bo endamtiya Swêd û Fînlandayê ya NATOyê, pirsgirêka Kurd dixe navenda pêwendiyên welatên Rojava û Tirkiyê.

“Gelo Yekîtiya Ewropa û Amerîka razî ne Kurdan feda bikin?”

Gelo Yekîtiya Ewropa (YE) û Amerîka di demeke ku têkiliyên xwe yên ewlekariyê piştî dagirkeriya Rûsya ya Ukraynayê ji nû ve saz dikin, amade ne ku Kurdên li dijî DAIŞê têkoşîn dane feda bikin?

Ji xwe binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî kurdan bi awayekî rêkûpêkî berdewam dikin, ev jî pêşî rê dide wê ku Tirkiye baskên welatên Rojava bişkîne û ya duyem jî îdelojiya wê ye ku ev îdeolojî gefek e li ser hebûna welatên rojava.

Di vê navberê de pevçûnên Tirkiye û PKKê, pêwendiyên Tirkiyê yên ligel Ewropa û Amerîkayê têra xwe tevlîhev kiriye.

“Pêvajoyeke wekî ya 2013an êdî li paş ma ye”

Niha di rewşeke ku bandora şerê Ukraynayê ketiye navendê de, ji bo kurdan wateya wê ew e ku bi taybet piştî şerê Tirkiyê yê dijî kurdên Sûriyê, pêvajoyeke aştiyê ya wekî sala 2013an êdî li paş maye.

Wekî ku kirîna pergala berevaniya asmanî ya Rûsî jî nîşan dide, êdî Enqere gelekî xwe nêzîkî Moskowê kiriye û tê nirxandin ku girîngiya endîşeyên xwe yên ewelekariyê ji muxatbên xwe yên Rojavayî re bi eşkere ragihandiye.

Têkdana Kurdan mijara sereke û navendî ya vê rojevê ye. Herwiha hem li parzemîna Ewropa, bakurê Îskandînavyayê û hem jî li başûrê Tirkiyê, biryara nîşandana hêza NATOyê erka sereke ya welatên Rojavayayî ye.