image

PeyamaKurd  Operasyona Tirkiyê ya bi navê Pençe-Kilit ku 18ê Nîsanê li nav erdên Başûrê Kurdistanê bi ser PKKê de hatiye destpêkirin, berdewam dike.

Bi vê operasyonê re careke din, aliyê PKKê bi hemû hêza alîgir û trolên xwe propagandayeke qirêj li dijî PDKê, rêveberiya Herêma Kurdistanê û malbata Barzaniyan daye destpêkirin.

PKKê şerê bo Bakur rawestandiye û Başûr kiriye qada şer!

Operasyonên Tirkiyê yên bi hinceta PKKê li nav Herêma Kurdistanê têne kirin, nêzî 40 sal in didomin. PKKya ku terka çiyayên Bakurê Kurdistanê daye, bi awayekî eşkere û zelal Başûrê Kurdistanê kiriye qada xwe ya şer û bi ser de jî hem gefa belavkirina şer û aloziyan li nav Herêma Kurdistanê dixwe, hem jî li gorî planekê hewla têkdana Statuya Herêma Kurdistanê dide.

Bi şerekî sembolîk cihên stratejîk radestî Artêşa Tirkiyê dikin

Wekî ku tê zanîn artêşa Tirkiyê her sal ango bi taybet jî di van 5-6 salên dawî de mehên biharê operasyonên leşkerî bi ser PKKê de pêk tîne û îsal şeva 18ê Nîsana 2022yan jî operasyoneke berfireh li ser bingehên PKKê daye destpêkirin. Ev jî diyar dibe ku operasyon li gorî planekê tê meşandin û cihên stratejîk ên Başûrê Kurdistanê piştî şerekî sembolîk radestî artêşa Tirkiyê têne kirin ku beriya niha jî ew senaryo li dar bû.

PKK bi progandayê têkçûna leşkerî vedişêre û rewşê şêlû dike

PKKê dîsa bi propaganda û dezenformasyoneke derew û bêbingeh dest bi êrîşên ser rêveberiya Herêma Kurdistanê û PDKê kiriye û dixwaze rewşa xwe ya têkçûna siyasî û leşkerî bi vê propagandaya qirêj şêlû bike.

Wezareta Pêşmerge hemû îdiayên PKKê red kirin

Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê li ser van propagandayan hemû tohmet û îdiayên PKKê yên beşdariya operasyona Tirkiyê red kir û destnîşan kir, bi ti rengî ew ne aliyê vî şerê artêşa Tirk û PKKê ne û ti tevlîbûneke wan jî tê de nîne.

Iraq: PKK bi lihevkirina ligel Tirkiyê li Herêma Kurdistanê ye

Li aliyê din Wezareta Derve ya Iraqê jî di daxuyaniyekê de, bertek ji destwerdana Tirkiyê ya nav axa Iraq û Herêma Kurdistanê nîşan da û got, çekdarên PKKê bi lihevkirineke navbera Tirkiye û PKKê li nav erda Herêma Kurdistanê ne, ango bi zanebûn wî şerî dikişînin nav Herêma Kurdistanê.

Bi van daxuyaniyan jî diyar dibe ku mebesta vî şerê ku her sal tê dubarekirin, têkdana aramî û statuya Herêma Kurdistanê ye ku tê xwestin, were lawazkirin.

Duran Kalkan ji bo Herêma Kurdistanê gefa belavkirina şer xwar!

Serkirdeyên PKKê ligel medyaya xwe li şûna Tirkiyê bikin hedefa xwe, bi agahî û tohmetên bêbingeh bi alava propagandayê PDKê û malbata Barzanîyan beriya vê operasyonê û piştî wê kirine hedef û rojeva xwe.

Destpêkê Duran Kalkan derket meydanê û gefa belavkirina şer li nav Herêma Kurdistanê xwar û got, “Wê şer ne tenê li Heftanîn û Xakurkê be. Wê li tevahiya Başûr belav bibe. Wê ziyana herî mezin Başûr bibîne. Bila li rewşa Ukrayna binêrin.”

Kalkan herwiha gefa êrîşên nav bajarên Tirkiyê jî xwar ku ev demek dirêj e hebûna PKKê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nemaye. Helbet ev jî wek planeke tevlîheviyê ya beriya hilbijartinên bê yên Tirkiyê dikare were nirxandin.

Karayilan gotinên Kalkan nerm kirin: Mi hiş û aqil winda nekiriye!

Lê belê ligel gefên Kalkan, serkirdeyekî din ê PKKê û Fermandarê Baskê Leşkerî Murat Karayilan jî bi rêya medyaya xwe vê carê li şûna PDKê tawanbar bike, xwest hêza xwe ya leşkerî û berxwedanê pêşanî alîgirên xwe bide.

Karayilan, berevajî gefên Duran Kalkan ên belavkirina şer li nav Herêma Kurdistanê rewşê nerm dike û dibêje, “Em dixwazin hêzên PDKê bê teref bin û li me temaşe bikin. Bila derdora me û pêşî li me negrinû binêrin em ê çawa şer bikin. Em ji xwe bawer dikin û em ê vî dijminî têk bibin. Me hiş û aqilê xwe winda nekiriye.”

Karayilan herwiha behsa berxwedanê û serkeftinê dike ku nediyar e ew serkeftin çi ye. Gelo serkeftina qala wê dike piştî çend rojan radestkirina wan deverên stratejîk e?

Artêşa Tirkiye 5 baregehên nû ava dike

Li gorî daxuyaniyên Wezareta Berevaniya Tirkiyê, di vê operasyona dawî de hin deverên stratejîk ên çiyayî ketine bin kontrola artêşa Tirkiyê û di hin raporên medya cîhanê de jî behsa danîna 5 baregehên nû tê kirin.

Aliyê PKKê vê yekê jî wekî serkeftin bi nav dike û têkçûna xwe ya leşkerî dixwaze bi tohmet û tawanbariyên ser rêveberiya Herêma Kurdistanê û PDKê veşêre.

Ev senaryo her sal tê dubarekirin

Lê belê ev senaryoya her sal tê dubarekirin bi awayekî eşkere derdixe holê ku PKKê şerê ku diviya li Bakurê Kurdistanê be, bi temamî kişandiye nav Başûrê Kurdistanê û bi anîna artêşa Tirkiyê re jî beş bi beş Başûrê Kurdistanê pêşkeşî Tirkiyê dike.

Ango bi vî awayî jî stratejiya bêhêzkirin û lawazkirina statuya Herêma Kurdistanê daye ber xwe ku niha Herêma Kurdistanê pêngavên dîplomasiyeke xurt davêje û ji bo ketina nav bazara enerjîya cîhanê di nav hewlên mezin de ye.