image

PeyamaKurd - Rojnameya Financial Times a Amerîkî derbarê operasyona muhtemel a Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê de, analîzek belav kiriye ku tê de tespîtên balkêş hatine kirin.

Li gorî analîza ku bi sernavê, “Komeke Kurd çawa bûye nakokiya ewlekariyê, di navbera Erdogan û welatên Rojava de?” ji aliyê lêkolîner Sam Haller hatiye nivîsîn de, ‘Heger Amerîka pişta xwe bide Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û rê li ber Tirkiyê veke, wê kaos û alozîyeke mîna ya Afganistanê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê derkeve holê.

Antîpatiya Tirkiyê ya bo hêzên Kurd planên mezinbûna NATOyê dixe xeterê

Di analîza FTyê de hatiye gotin, hêzên ku Kurd pêşengiya wan dikin, demeke dirêj e ku beşek ji hêzên têkoşîna dijî DAIŞê ne ligel welatên Rojava li Sûriyê dijî DAIŞê şer dikin. Lê belê antîpatiya Tirkiyê ya li hember wan hêzan, ne tenê aramiya li Sûriyê herwiha planên mezinbûnê yên NATOyê jî dixe xeterê.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi hinceta ku girêdanên wan bi hêzên Kurd ên Rojava re hene û ewlekariya Enqerê dixin bin metirsiyê, gefa vetokirina endamtiya NATOyê li Fînland û Swêd xwar.

“Ev ne tercîha Amerîkayê ye”

Kurd bi awayekî etnîkî li Tirkiye, Sûriye, Îran û Iraqê ne û ji dewletbûnê bêpar in. Erdogan jî demeke nêzîk ji bo Sûriyê (Rojava) gefa êrîşê li YPGê xwar ku bixwe bi ser PKKê ve ye.

Li aliyê din YPG ya ku hêza serekî ya nav HSDê ye, li Bakurê Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) di têkoşîna DAIŞê de hêzeke bingehîn e. Ji ber wê jî welatên Rojavayî –li gorî hinek analîstan- dibe ku Erdogan bixwe jî nexwaze ew hêz bi temamî bêkêr werin hiştin.

Pisporê ewlekariyê yê navenda Century Basis a li New Yorkê, Sam Haller di vê analîza xwe de dibêje; “Heger terka hêzên Kurd bê kirin, dibe ku ew tundî û kaosa 12 mehên vê dawî li Afganistanê rû daye, pêk were. Bi baweriya min, ne karekî mentiqî ye ku Amerîka vê yekê tercîh bike.”

"Wê Amerîka piştgiriya HSDê bidomîne”

Enqerê demeke dirêj bi hinceta girêdanên bi PKKê re, îtiraz li alîkariyên bo YPGê kir. Ev jî bû sedema derketina nakokiyan di navbera Tirkiye û hevpeymanên NATOyê yên di nav Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de.

Amerîkayê hewl da ku wekî hêzeke sîwan a damezrandina HSDê , YPGê jî bi awayekî bi Tirkiyê bide qebûlkirin. Welatên Rojavayî tevî Swêd ligel Amerîkayê piştgiriya vê komê kirin. Ev hêz (HSD) bi alîkariya êrîşên asmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî ya bi pêşengiya Amerîkayê, di sala 2019an de di têkbirina DAIŞê de bû alîkar.

Li gorî Haller, heger Amerîka dixwaze operasyonên dijî DAIŞê bidomîne, ji nû ve zindîbûna DAIŞê rawestîne û rê li ber îstiqrara herêmê veke, wê piştevaniya bo HSDê jî dewam bike.

"Wê êrîşeke wiha bibe sedema kaosê”

Li gorî nêrîna analîstê ji Sûriyê Dareen Khalîfa ku di Koma Navnetewî ya Krîzê de kar dike; “Muhtemel e ku ya Erdogan dike blof e yan jî dixwaze ji bo hin tiştên din destê xwe bihêz bike. Lê belê dîsa jî îhtimala dagirkirineke muhtemel ne dûr e.”

Dareen Khalifa jî dibêje, wê êrîşeke wiha bibe sedema kaosê li herêmê û diyar dike, li beramber razîkirina Tirkiyê bi endamtiya NATOyê ya welatên Fînland û Swêdê, destûrdana Amerîkayê bo êrîşeke wiha îhtimaleke gelekî biçûk e.

Wê Erdogan hewl bide şirîkatiya Amerîka û HSDê lawaz bike

Li gorî analîstan, îhtimala ku Erdogan hêzên xwe rasterast li hember Amerîkayê bixe şer nîne, lê dibe ku hewl bide derzekê li şirîkatiya Amerîka û HSDê bide û lawaz bike.

Herwiha li gorî analîstên ku ji FTyê re axivîne, dibe ku Erdogan bi rêvekirina endamtiya NATOyê ya wan herdu welatan re fişarê li ser rêveberiya Amerîkayê bike daku balafirên F-16 bifiroşin wan. Hinek kes jî dibêjin; beriya hilbijartinên Tirkiyê bi 12 mehan Erdogan, ‘ji bo piştgiriya neteweperestan bo xwe zêde bike, hîleyeke siyaseta navxweyî’ dike.