
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas û Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian gotareke hevpar ji bo weşanên Le Monde (Fransî), Die Welt (Almanî) û Washington Post (Amerîkî) weşandin û bal kişandin ser pêwendiyên şirîkatiya Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê.
‘Divê Ewropa û Amerîka peymana Transatlantîkê ji nû ve bihêz bikin’
Di gotarê de, wezîrên Alman û Fransî daxwazê ji rêveberiya bê ya serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden dikin û destnîşan dikin, "Divê Ewropa û Amerîka ji nû ve bihevre peymana transatlantîkê bixin warê cîbicîkirinê.”
Di berdewamê de jî didin xuyakirin ku li hemberî hêzên dijî hevsengiyên herêmî û navdewletî kar dikin jî pêwîste yekîtiya transatlantîkê were bihêzkirin.
Banga vegera peymana nukleerî ya ligel Îranê hat kirin
Di gotarê banga vegera li peymana nukleerî ya ligel Îranê jî tê kirin û tê gotin, ew dikarin zehmetiyan bi rêbazên aştiyane derbas bikin.
‘Ji bo tevgerên Tirkiyê yên nayên pêşbînîkirin pêwîstî bi yekhelwestiyê heye’
Herwiha ji bo Tirkiyê jî di gotara hevpar de hatiye diyarkirin, Berlîn û Parîs ji bo endama NATOyê ya ‘êdî tevgerên wê nayên pêşbînîkirin’ pêwîstî bi yekhelwestiyê heye.
Herdu wezîr di gotara xwe de dibêjin, “Li hember helwestên Tirkiyê yên li Rojhilatê Derya Spî û herêmên din ên dibin sedema pirsgirêkên mezin, pêwîste em xetekê diyar bikin.”