
PeyamaKurd – Senatorê Partiya Demokrat a Amerîkayê Tammy Duckworth, nameyek ji kongreya Amerîkayê re şand û tê de ji Serokê Amerîkayê Joe Biden dawxaz kir, ji bo Tirkiye dawîyê li ‘çalakiyên bi niyeta xirab’ ser Kurdên Rojavayê Kurdistanê bîne fişarê li ser Tirkiyê bike.
Li gorî nûçeya ku di Politicoyê de hatiye belavkirin, Senator Tammy Duckworth, di nameya xwe de daxwazî ji Joe Biden dike rê li ber fişara Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê û Kurdan bigire.
Duckworth daxwaz ji Biden dike ku fedakariya hpêzên kurd û têkoşîna wan a dijî rêxistinên tundrew bi eşkereyê qebûl bike, ji bo kurdên di şer de cî girtine vîzeya taybet a koçberan derxe û serlêdanên ‘Karta Kesk’ a kurdên alîkariya artêşa Amerîkayê kirine bi lez bibersîne.
“Divê Biden hewlên zêdetir bo piştevaniya Kurdan bike”
Li gorî Politicoyê serokê berê Trump ligel Erdogan têkiliyeke samîmî danîbû, lê rêveberiya Biden berevajî Trump, hewil dide fişara li ser Tirkiyê zêde bike.
Senator Duckworth jî di nameya xwe ya 5ê Gulanê gihandiye kongreya Amerîkayê de, balê dikişîne ser têkoşîna kurdan a dijî rêxistina terorîst a dirinde DAIŞê û bibîr dixe, kurdan "mil bi mil” alîkarî daye artêşa Amerîkayê û bang li Joe Biden kir ji bo piştevaniya kurdan zêdetir tiştan bike.
Duckworth di nameyê de êrîşên Tirkiyê yên Cotmeha 2019an bi ser Rojavayê Kurdistanê de bibîr dixe û ji ber ku Trump rê daye Tirkan ku êrîş bikin wî şermezar dike.
Senatorê Amerîkî dibêje, bi wan êrîşên ku bajarê Serê Kaniyê û Girê Spî hatine dagirkirin, ji yana bi deh hezaran sivîlan ketiye xeterê, krîzeke mirovî rû daye, metirsiya reva DAIŞîyên girtî çêbûye û dibêje, “Vê rewşê bi awayekî cidî zirar gihand îtibara me li qada navdewletî.”
Duckworth, herwiha di nameyê de bang li Biden kir ku ji bo avadankirina herêmên kurdan ên di şerê DAIŞê de hilweşiyane û ji bo têkoşîna dijî vîrusa koronayê bibe alîkar û alîkariyên mirovî bigihîne Rojavayê Kurdistanê.
“Divê çalakiyên niyeta xirab ên Tirkiyê li ser Kurdan bên rawestandin”
Di nameya ku Politicoyê weşandiye de, herwiha tê gotin; "Amerîka vegeriye û dîplomasî dîsa kete navenda polîtîkaya me ya derve. Ji bo em bigihîn armancên xwe yên navnetewî û pêwîste em ji nû ve baweriya hevpeyman û şirîkên xwe bistînin.”
Duckworth ji Biden daxwazê dike, ji bo Tirkiyê bi giştî bikeve nav hewldanan û gavan bavêje û ji boTirkiye çalakiyên xwe yên bi niyeta xirab li ser Kurdan rawestîne fişarê li ser bike daku berpirsiyariyên xwe yên çareseriya aştiyane bi cih werîne.
Ekim 2019’dan bu yana, Türkiye ve desteklediği radikal gruplar, bir zamanlar Kürtlere ait olan Rojava bölgesine girerek yerel halka zorluklar yaşattı, yerlerinden etti. Eylül 2019 sonlarında varılan bir anlaşmada, Rusya Devlet Başkanı Vladimir Putin ile Erdoğan, bölgenin bazı noktalarında ortak devriye faaliyeti üzerine anlaştılar.
“Fedakarî û têkoşîna Kurdan daye bi aweyekî eşkere qebûl bikin”
Di dewama nivîsa Politicoyê de tê gotin, tevî ku ligel Tirkiyê piştî operasyona Cotmeha 2019an rêketina êrîş nekirinê hatiye îmzekirin jî êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê bi hinceta girêdana HSDê bi PKKê re berdewam dike, lê HSD ya ku Amerîka wê wekî hevpeyman dibîne qebûl nake girêdana wan bi PKKê re hebe.
Duckworth jî di nameyê de bi bîra Joe Biden dixe ku hêzên Kurd bi fedakarî li hemberî rêxistinên tundrew têkoşîn dane û xwest, wan bi awayekî eşkere qebûl bike.
Werger û nûçe: PeyamaKurd