image

PeyamaKurd – Wekî her miletekî mafê gelê Kurd jî yê azadiyê heye. Lê belê her dem ev mafên rewa yên Kurdan bi awayekî sîstematîk û danîna bendan, rastî astengiyan tê. Di nav van bendên têne danîn de, ne tenê derdorên xêrnexwazên Kurdan hene, herwiha ew Kurdên xwefiroşên nasnameya xwe jî xwedî pareke mezin in.

Ew kesên bendan datînin ber daxwaziyên rewa yên Kurdan hinek ji wan şexsî bin jî piranî jî girêdayî partî û saziyan in. Her çiqas ne rexneyeke rast e ku meriv çalakiyên şexsî yên hin kesayetan bixe malê partî û saziyan jî ev yek di rêya çaraseriyê de rê li ber zêdebûna xetayan jî vedike.

Ji ber vê jî nabe hemû kiryar û xerabiyên dijî sekna Kurdistanî yên ‘Aras Cengî Talebanî, Lahor Talebanî û Bafil Talebanî’ serkêşiya wan dikin, rasterast bixin stuyê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) ku ev jî wê nêzîkatiyeke nerast be.

‘Bi kiryarên dawî re tawanbarkirina YNKê li Mam Celal neheqî ye’

YNK emanet û mîrateya Mam Celal a bo miletê Kurd e. Heger em hewl û xebatên Mam Celal bidei ber çavên xwe û lêpirsîneke rast li ser helwestên berê yên YNKê çêbikin, emê yekser bibînin ku bûyerên niha yên di nav YNKê de rû didin di çarçoveya berjewendiyên şexsî de ne. Heger em hişê xwe bidin ser dîroka nêzîk, ji xwe wê gelek bûyerên berê jî bên bîra me.

Wekî tê zanîn beriya niha hatibû gotin ku wê hejmarek serkirdeyên YNKê yên ji rêveberiya niha û kiryarên wê nerazî ne, ji partiyê cuda bibin û bi navê ‘Meşel’ partiyeke nû ava bikin. Heger em bûyînan li şûna çarçoveyeke teng di bergeheke fireh de şîrove bikin, wê encamên baştir werin bidestxistin.

Lahor, Aras û Bafil Talebanî û derdora wan a ku piştî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ya 2017an  bi rola xwe ya xîyanetkirina li Pêşmerge û neçarhiştina vekişîna ji Kerkûkê derketin pêş, ketine hiş û bîra her Kurdekî. Klîka 16ê Cotmehê heman wekî berê niha jî çalakiyên xwe berdewam dikin. Roja 21ê Gulanê serbest berdana 170 terorîstên DAIŞê ya bê dadgeh û lêpirsîn jî berhema vê tora xiyanetê ye.

Lê belê rastiyeke ku neyê jibîrkirin heye ku; Heger Mam Celal Talebanî li jiyanê bûya, ne ew bûyerên 16ê Cotmehê pêk dihatin ne jî îro di YNKê de ev alozî çêdibû.

Bîrxistinek: Her çiqas navê Lahor Talebanî di van bûyeran de derdikeve pêş jî birêvebirê van hemû kiryar û bûyeran Aras Talebanî bi xwe ye. Ew di heman demê de wekî şêwirmendê serokomariya Iraqê, Berhem Salih jî birêve dibe.

Ger em biçin bîrxistineke berê; Aras Talebanî di bernameyeke televizyonê de, ji bo vegera Pêşmerge bo Kerkûkê ev gotinên han dikirin:

Pêşkeşvan: Araz Beg, gelo îhtimala vegera Pêşmerge bo Kerkûkê heye?

“Nexêr, çima hebe? Ma em ne iraqî ne? Ez pê serbilindim ku iraqî me. Ez iraqî me ezbenî, niha ma tu jî ne hemwelatiyê Iraqê yî? Ma nasnameya Iraqê bi te re nîne? Pasaporta Iraqê ligel ne nîne? Naxwe… Ger artêşa Iraqê li Besrayê be, mafê wê ye li Kerkûkê jî be. Ma wê çi bibe? Ma ne berê jî Kerkûk di bin desthilata hikûmeta Iraqê de bû? Ji gelê têkoşerê Kerkûkê daxwaz dikim vegerin bajarê xwe. Bila vegerin malên xwe, bila li Şorice û Hemaweyê derkevin seyranê. Ji xwe ezê jî îro biçûma Şorice û Hemaweyê bo çayê vexwim, ji bo rûnêm dame û tawle bilîzim bi wan re. Ji bo bi wan re rûnim û sohbeteke xweş bikim…”

Pêşkeşvan: Pir baş e! Belê Araz Beg…

“Binêr keko, bila her kes vê baş bizane. Dizanî Kerkûkî tim serpêhatiyên jiyanê bikar tînin, ez jî ji bo wê wisa xîtabî wan dikim, “Kerkûkiyên delal, vegerin Kerkûkê û em bi hev re sohbetên xweş bikin. Me dawetî malên xwe bikin, ji xwe ev çendek e me xwarin jî nexwariye. Ji me re bibin alîkar, befermin serdana me û ma hûnê çi ji şer bikin? Ez bixwe şer nakim, çimkî petrol nema. Lê heger petrol hebûya, welehî wê demê minê şer bikira…ha..haaaa.”

Ev daxuyaniyên Aras Talebanî, gotinên entegrekirin û dûrxistina Kurdan ji Kurdayetiyê yên bo sîstema Tirkiyê yên wekî; “Em hemû hemwelatiyên Tirkiyê ne, pasaporta Tirkiyê bi me re ye, em di bin ala Tirkiyê de dijîn…” tînin bîra me. Yanî polîtîkaya mêtîngeran a li ser Kurdan li hemû parçeyên Kurdistanê bêkêmasî tê meşandin û wekî em dibînin, hejmarek zêde Kurd jî di bin bandora wê de dimînin û dibin zemîna amadekirina xweşaşkirin û derketina ji xeta Kurdayetiyê ya civaka Kurd.