image

PeyamaKurd – Enstîtuya Navnetewî ya Federal a Swîsreyê, derbarê biryara Dadgeha Federal a Iraqê yo bo petrola Kurdistanê sertîfîkayeke akademîk amede kir û weşand.

Ew enstîtu navendeke xwedî prestîj a cîhanî ye ku di nivîsandina destûrên bingehîn ên federalî de şêwirmendiya hiqûqî dike. Serokên enstîtuyê di bin çavdêriya Eva Maria Besler de, bi beşdariya gelek pisporên navdewletî li ser mijara biryara Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê ya dewrkirina petrola kurdan bo Bexdayê sertîfîkayeke akademîk nivîsandin.

Destûra Iraqê li gorî federaliyê tevnagere

Di vê rapora ku PeyamaKurd berhev kiriye û wergerandiye de, Iraq destûra bingehîn li gorî hejmarek made û standardên navnetewî di çarçoveya federaliyê de napejirîne û li gorî wan tevnagere.

Wekî mînak, welatên federalî yên li cîhanê wekî Iraqê ne ji herêmekê tenê, lê ji çend herêmên girêdayî navendê pêk tên. Amerîka ji 50 eyaletan û Almanya jî ji 16 eyaletên federal pêk tê.

Herêma Kurdistanê û Bexda ji bo navbeynkariyê bang li aliyên sêyemîn dike.

Federalîzm wekî dewleta Iraqê dike ne navendîkirina hêzan e, berevajî vê tê wateya dabeşkirina wekhev a hêzan. Li gorî madeyên 48 û 65 ên destûra Iraqê, ji bo nakokî û neliheviyên navbera herêman û hikûmeta federal bên çareserkirin, divê konseyeke federal were damezrandin.

Divê di nav vê konseyê de jî nûnerên her herêm û parêzgehê cî bigirin. Bo nimûme, li Amerîkayê ji her eyaletekê du nûner di nav senatoyê de cî digirin. Federalîzm tê wateya dabeşkirina wekhev û kordînasyonê.

 Di rapora navborî de, behsa çend madeyên destûrê yên dema pirsgirêk û kêşeyên di navbera aliyan de, derkevin holê tê kirin.

“Herêma Kurdistanê yasayasa petrol û gazê di sala 2007an de derxist”

Rêveberiya Herêma Kurdistanê, yasaya petrol û gazê ku rê dide firotin û kirînê di sala 2007an de derxist û piştî wê yasayê jî pêşketina li Herêma Kurdistanê ji ya Bexdayê derbas kir.

Di madeyên 111, 112 û 113 yên yasayê de tê gotin; petrol û çavkaniyên sirûştî yên hemû iraqiyan e û hikûmeta navendî jî di derxistin û firotina petrol û çavkaniyên sirûştî de, pêwîste ligel hikûmetên herêmî bi kordîne bixebite û birêve bibe.

Pêşniyarên pêwîst

Wekî encam di raporê de; bi bîrxistina hinek madeyan biryara Dadgeha Iraqê wekî biryareke siyasî û dijî hiqûq û destûrê tê nirxandin û ev pêşniyar têne kirin:

  • Ji bo berçavgirtina berjewendiyên herêm û parêzgehan û biryardana li ser kêşeyên navbera aliyan, divê bilez Encûmena Federal (Meclîsa Niştimanî) were damezrandin.
  •  Divê hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê ji Yekîtiya Ewropa (YE) yan jî ji welatekî mîna Swîsre yê bêlayan daxwaza navbeynkariyê bikin.
  • Divê ji bo yasaya Petrol û Gazê ya Iraqê bikeve pratîkê bê lezandin
  • Ji bo rê li ber navendîbûna wergirtina biryaran bê girtin, pêwîste ji bo dewrkirina Encûmena Niştimanî, Banka Navendî, Wezareta Sererkaniyê û hin saziyên din bo Herêma Kurdistanê, hewl bên dayîn.