
PeyamaKurd - Rojnameya El-Ereb di nûçeyeke xwe ya şîroveyî de bal kişand ser aloziyên li Iraqê û zêdebûna serweriya milîsên çekdar û bandora eşîretan.
Rojname diyar dike, Iraq êdî bûye dewleteke mêtîngehiya milîs û êlan ku ew dewletê kontrol dikin.
Şêxê eşîran banga leşkeriya neçarî li temen mezinan kirin
Di nûçeya El Ereb de tê gotin, dibe ku henek be lê ligel rewşa tevlîhev a li Iraqê, nûçeyeke balkêş belav bûye ku dibêje: "Ji ber şerên domdar û ên dijwar di navbera êlên li Besrayê de şêxê eşîran bang li kesên temen mezin ên ku di salên 1947, 1948, 1949 û 1950î de ji dayik bûne ku tevlî leşkeriya neçarî bibin.
Hêzên Iraqê şerê eşîran temaşe dikin!
Li aliyê din roja Duşema borî li sûka Şiyux a li parêzgeha Zîqarê ji ber erdekî nakokiyek di navbera êlên li wir de derketiye ku di encamê de gelek kes hatine kuştin û birîndar bûne. Lê belê li wê herêmê hêzên ewlehiyê jî hebûn, lê wan destwerdana wî şerî nekiriye.
Alozî û nakokiyên êşîrî yên li Iraqê wek pandemiya korona ye
Li gorî nûçeyê nakokiyên eşîrî li Iraqê ji sala 2003yan ve ranewestiyane û ev nakokî li Besra û başûrê Iraqê her ku çûye mezintir bûye ku êdî ew jî wekî koronayê bûye pandemî.
Sala borî pêleke tundiyê ya êlan ku mîna wê qet çênebûye, rû daye li Iraqê. Tevî ku saziyên ewlehiyê nikarin rê li pêşiya vê tundiyê bigirin jî ne dûr e ku careke din heman tundî rû bide. Rewşa aloz û tundiyê hin caran aram dibe lê dîsa ji nişka ve rewş aloztir dibe.