image

PeyamaKurd - Di vê meha dawî de li Tirkiyê hinek tiştên xerîb çêbûn. Sedat Peker ê ku weke serokê mafyayê tê binavkirin û Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê Suleyman Soylu bi hev ketin.

Polîsan bi ser mala Sedat Peker de girtin û li gorî îdîayan, berê çek û sîlehan dane zarokên wî. Piştî vê bûyerê, Sedat Peker jî her hal pir aciz bû û çavên xwe miç kir û devê xwe vekir. Bi rengekî eşkere gelek sûc isnadî Suleyman Soylu kirin. Sedat Peker ji xeynî Suleyman Soylu weke kurê Bînalî Yildirim, navên gelek kesên dî jî bi lêv kir û ew jî di hinek mijaran de sûcdar kirin. Êdî sûcên weke hişbirê, kuştin û girtin û dizî û talankirinê… Dawîya sûcan nayê.

Bi rastî heta niha gelek caran îdîayên ku dibêjin “dewlet û mafya bi hev re tev digerin,” derdiketin meydanê û di sala 1995an de bi qezaya li navçeya Susurlukê jî gelek delîl û îdîa derketin meydanê. Lê tu encamên berçav pêk nehatin.

Tişta xerîb û normal jî ew bû ku Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî li Suleyman Soylu xwedî derket û heta niha tu jêpirsîn nehatine destpêkirin. Çima xerîb e? Ji ber ku heta ku encameke qetî derkeve meydanê, divîbû ku Suleyman Soylu an îstîfa bike an jî ji wezîfeyê were dûrxistin. Lewra îdîayên pir hişk û giran di derheqê wî de hene. Çima normal e? Lewra li Tirkiyê tiştên wiha pir normal in. Heke tu hevalê hukûmetê bî, tu çi bikî tu mafdar î. Lê heke tu li dijî hukûmetê bî, tu çi bikî di cih de tu dikarî bibî xayîn û sûcdar.

Lê di vir de ya herî girîng jî ew e ku di derbarê Kurdan û pirsgirêka Kurdî de jî Sedat Peker gelek tiştan dizane. Lewra di vîdeoyeke xwe de îdîa kir ku Wezîrê Karên Hundir yê Berê Mehmet Agar gelek karsazên Kurd, tenê ji bo pereyan kuştine û tu eleqeya wan bi PKK re tune bûye. Heta bahsa PKKya kûr jî dike. Êdî xuya ye, heke Sedat Peker tişta ku dizane bibêje, ji bo van çil-pêncih salên dawî gelek bûyerên tarî wê zelal bibin. Lewra di derbarê kuştina rojnamevanê Tirk Ugur Mumcu û Kutlu Adali de jî xwe agahdar nîşan dide.

Li welatên pêşketî wextê ku îdîayeke piçûk jî hebe, ew îdîa tê jêpirsîn û di dawîyê de digihine encamekê. Lê mixabin li welatên li paş mayî, heta ku navbera diz û çeteyan xira nebe, rastî dernakevin holê.

Pêşiyên Kurdan gotine ku “Dizên havînê xwe zivistanê eşkere dikin.” Êdî bi vî rengî be jî derketina rastiyê tiştekî baş e. Ya nebaş jî ew e ku weke tiştek nebûye tê tevgerîn.