image

PeyamaKurd – Çend roj berê (15 Nîsan 2021) Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û wezîrê Yewnanîstanê Nikos Dendias li hemberî çapemeniyê bi hev re daxuyaniyek dan. Wezîrê Yewnanîstanê Nikos Dendias got ku Tirkiye tevlî karên wan ên hundirîn dibe.

Li ser van gotinan, wezîrê Tirkiyê Çavuşoglu bertekeke tund nîşan da û wiha axivî:

Me hêvî dikir ku ev hevdîtina me ya pêşî bi rengekî erênî bimeşe, lê mixabin Dendias got ku Tirkiye tevlî karên wan ên hundirîn dibe û ev nayê qebûlkirin. Hûn ji Tirkên Yewnanîstanê re nabêjin hun Tirk in, hun dibêjin misilman in û hun nahêlin ku Tirk navên xwe yên Tirkî bi kar bînin. Heke ew bibêjin em Tirk in, Tirk in; divê mirov wisa qebûl bike. Mafên we tune ye ku hûn ji wan re bêjin hûn ne Tirk in. Belê li Tirkiyê jî demekê pirsgirêkeke wiha hebû û ji Kurdan re digotin ku hûn ne Kurd in, hûn Tirk in. Lê îro ev pirsgirêk hate çareserkirin.

Belê Wezîrê Tirkiyê Çavuşoglu wiha dibêje lê bi rastî tişta ku dibêje çi qasî di cihê xwe de ye, hewceyî rastkirinê ye.  

Di destpêkê de em dikarin bibêjin ku di demeke dirêj de li Tirkiyê gelê Kurd nikarîbû bêje “Em Kurd in” û heke tiştekî wiha gotiba heta heps û îşkenceyan jî rê li pêşiya wan hebû.

Piştre di dema pêvajoya çareseriyê de hinek gav hatin avêtin. Lê belê îro rewş pir cuda ye. Heke bi pêş ve pênc gav hatibin avêtin, bi paş de heft gav hatine avêtin. Îro Kurd bi serbestî nikarin bêjin em Kurd in. Heta bi serbestî nikarin straneke Kurdî jî guhdarî bikin.

Belê li hinek cihan hinek însan bi Kurdî diaxivin û stranên xwe guhdarî dikin, lê dîsa ew di bin xeterê de. Lewra kesên wiha rastî hinek bertekên tund tên.

Ji xeynî vê jî di navbera Kurdên li Tirkiyê û Tirkên li Yewnanîstanê de ferqeke din a mezin heye. Li Tirkiyê Kurd ne penaber û koçber in. Kurd bi hezar salan li ser axa xwe ne. Di heman demê de Kurd jî weke Tirkan misilman in û rayedarên dewletê her dem dibêjin ku Kurd û Tirk bira ne û bi hev re dijmin ji welêt derxistine. Lê belê Tirkên li Yewnanîstanê, ne li ser dînên Yewnanan e û di ber milên wan re jî şer nekirine. Ji ber vê yekê heke mafekî Tirkan li welatekî biyanî hebe, divê yên Kurdan li Tirkiyê çar maf hebin.

Ji xeynî van jî girîngiyeke din jî di vê peyamê de heye.

Di demên berê de, di rewşeke wiha de Tirkan qet behsa Kurdan nedikirin. Tevî Kurdbûn û zimanê Kurdî qedexe jî bû, weke ku tiştekî wiha tune be, tevdigerîn û gelek caran yên li hemberî wan jî nedigot, hûn jî zimanê Kurdan qedexe dikin.

Êdî li vê derê xala baş ew e ku rayedarên Tirkiyê berî ku hinek îfadeyên xwe bêjin Kurdan bi bîr tînin û peyvên xwe dipîvin û wisa diaxivin.

Lewra ew dizanin ku gelê Kurd wê bibêje mafên ku tu ji Tirkên filan derê re dixwazî çima tu hemwelatiyên xwe yên Kurd re naxwazî?

Êdî li Tirkiyê hinekî kêm be jî hesabê Kurdan jî tê kirin.

Lê bi rastî Kurd di demeke kin de nehatin vê astê. Heke Kurd di her gavê û seetê de li mafên xwe xwedî derkevin, rayedarên dewletên herêmî û navnetewî jî wê mecbûr bimînin ku vî dengî bibihîzin.