image

PeyamaKurd – Weşana Amerîkî Politicoyê analîzeke balkêş bi sernavê, ‘Tirkiye: Jiyana pê re zehmet e, bêyî wê jî ne mimkun e!’ li ser Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan weşand.

Di analîza ku bi navê Ivo Daalder di Politicoyê de hatiye belavkirin de, tê gotin ku Erdogan hevpeymanekî ‘tevlîhev û zehmet e’ û polîtîkayên wî yên derve têne nirxandin.

Analîz bi gotinên; “Hefteya borî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, ligel du dijminên bêqisûr ên welatên Rojava bi Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re civiya” dest pê dike.

Herwiha tê diyarkirin ku piştî Zîrweya Tehranê jî li Stenbolê di merasîma îmzekirina Peymana Zadê Ukraynayê de ku rê dide hinardekirina zad bi rêya Derya Reş amadehî kir û “Ligel Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres rûnişt”.

‘Dîplomasîya wî hem wî dike leheng, hem jî zilamekî xirab, ev jî tiştê ew dixwaze ye’

Daalder dibêje, ev trafîka dîplomasiyê ya Erdogan, ‘hem wî dike leheng hem jî dike zilamekî xirab’ û di dewamê diyar dike, ‘ev tam jî tişta ku serokomar dixwaze ye’ ji ber ku ew hevpeymanekî tevlîhev e.

Girîngiya Tirkiyê bo NATOyê eşkere ye

Daalder dide zanîn ku Tirkiye ji ber erdnîgariya xwe ji bo NATOyê xwedî girîngiyeke stratejîk e û wek tekane welatê misilman di NATOyê de dikare ji bo welatên Erebî û Îranê sûdewar bibe û her çiqas dîplomasiya Enqerê xirabkar be jî vê rewşê giraniyeke stratejîk û siyasî daye ser Tirkiyê.

Di analîzê de tê gotin ku Tirkiye ji ber ezmûnên xwe yên şer di nav NATOyê de artêşa duyemîn e, lê ‘Enqere ne hevpeymaneke pêbawer e’ û ‘lîsteya tawanên Enqerê zêde ye’.

Di dewama nivîsê de jî tê diyarkirin: “Di Serokomariya Erdogan de, tawanê Tirkiyê zêdetir bûne; fişar li ser opozîsyonê çêkir, muxalîf avêtin girtîgehan. Lê belê her çiqas di warê azadiyan de cihê nîgeraniyê be jî, aloziyên navxweyî û rêveberiya otokratîk ji bo Tirkiyeya ku piştî şerê duyem ê cîhanê 4 darbeyên leşkerî lê hatine kirin, ewqas jî ne tiştekî nû ye. Berevajî wê ya ku polîtîkaya derve ya Tirkiyê dixe lêpirsînê, bêîstiqrariya navxweyî ye.”

Ji serokên NATOyê ne tenê Erdogan bi Pûtîn re pêwêndiyê dike  

Piştî destpêkirina şerê Ukraynayê, polîtîkiya Tirkiyê ya bi Rûsya û Rojava re di analîzê de tê nirxandin û tê gotin, “Erdogan ne tekane lîderê NATOyê ye ku bi Pûtîn re têkiliyên baş daniye. Çend sal berê serokwezîrê berê yê Îtalyayê Silvio Berlusconî û niha jî serokwezîrê Macaristanê (Nemsa) Viktor Orban bifikirin.

Tevî vê jî Erdogan tekane lîder e ku li şûna sîstema berevaniya asmanî ya entegreyî NATOyê bibe, çûye ya Rûsan kiriye. Herwiha wekî çend roj berê bi çend twîtan aniye ziman; her ku ne tekane Tirk be jî lîderê tekane yê welatekî NATOyê ye ku gefa şer li hevpeymanekê xwariye ye.”

Erdogan ji bo NATOyê ruxîner bû…

Di nivîsê de li ser mijara endamtiya NATO yê Swêd û Fînlandayê tê gotin ku Erdogan di nav NATOyê de hevpeymaneke gelekî zehmet û xirabkar bûye û Tirkiye pê bextewar e ku bi tena serê xwe karta vetoyê bikar tîne.

Li ser mijara karta vetoyê jî tê destnîşankirin ku hin sedemên stratejîk ên Tirkiyê hene ku ew jî ti welatekî hevpeymana NATOyê ne xwediyê wê girîngiya stratejîk a giyanî ye.

Herwiha di analîzê nîqaşên demên dawî yên li ser endamtiya Tirkiye ya NATOyê têne bibîrxistin û tê gotin ew jî “Tirkiye hembêza xwe ji îslamîstên tundrew re vedike û dorpêçên ser Rûsyayê jî red dike.”

Analîza Politicoyê wiha bidawî dibe: "Bi gotineke din, Tirkiye êdî bûye hevpeymaneke jiyana pê re gelekî zehmet û jiyana bêyî wê jî hema bêjin ne mimkun e”.