image

PeyamaKurd - Destkeftîyên Başûrê Kurdistanê bûne strî û kelem û di çavên gelek alîyan de radibin. Ne tenê dagîrkerên Kurdistanê, ji wan zêdetir taşeron û nokerên wan êrîşî Hikûmeta Kurdistanê û bi taybet jî êrîşî PDK û Barzanîyan dikin. Bi taybet hinek kes, rêxistin, sazî û partîyên ku li ser navê Kurdên Bakur her xirabîyê dikin, êrîşkirina ser Başûrê Kurdistanê ji xwe re kirine kar û di çapemenîyên xwe de bi vir û derewên kesanedî rêvebirên Başûrê Kurdistanê tohmetbar dikin.

Xwe li pişt navê jinê vedişêrin

Dezgeh û platformên ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê xwedêgiravî li mafê jinan xwedî derdikevin û piranîya wan alîgirên çepên Tirk û PKK ne, di bin navê paraztina jinê û bi sloganên wek jin, jiyan, azadî de civak û malbatên Kurd beravêtî kirine û ji hevde xistine, heta îro tu çalakîyek berbiçav ji bo kujtina jinên Tirk û Kurd li dar nexistine û bêdeng mane. Lê çima ku li Başûrê Kurdistanê çend jinan “xwe kujtiye”, vê yekê dixin stuyê Hikûmeta Kurdistanê û wê dixin bin tohmetê. Xwekujtina çend jinan wek qetlîam bi nav dikin û di çapemenîyên xwe de bêbextîyan dixin stuyê Hikûmeta Kurdistanê. 

Mebest dijminatiya destkeftiyên Başûrê Kurdistanê ye

Li Tirkiyê roj tune ye ku jin neyên kujtin. Herweha li Bakurê Kurdistanê jî jinên Kurd ji alî mêr, meriv û malbata xwe ve tên kujtin. Helbet kujtina jinan qebhet û şermezarîyek mezin e. Lê gava hûn dengê xwe ji kujtina jinên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê re nekin û hûn tenê kujtina çend jinên li Başûrê Kurdistanê bibînin, mesele dibe durûtî, dibe neyartî û dibe êrîşkarî. Ev yek jî ji kujtina jinan wêdetir, dibe dijminatîya destkeftîyên Başûrê Kurdistanê û hikûmeta wê.

Li gorî amaran kuştina jinan herî zêde li Tirkiye û Bakur e

Li gor Platforma Paraztina Mafê jinan, salên 2008-2018 zêdeyî 2 hezar jin li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatine kujtin. Di 2019an de 474 jin li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatine kujtin. Di 2000î de 300 jin li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hatine kujtin. Di 2020an de 269 jin hatine kujtin. Di 2021ê de (di du mehan de) 67 jin hatine kujtin. Tirkiye yek ji wan welata ye û belkî jî yekemîn welat e ku herî zêde jin lê tên kujtin. Ev alîyên ku girêdayî çepên Tirk û PKK ne û piranîya wan şagirtên Yalçin Kuçuk û Dogu Perinçek in, di çapemenîyên xwe de ji bo kujtina çend jinan êrîş û dijminatîya Hikûmeta Kurdistanê dikin lê qet behsa van qetlîamên li ser jinên Kurd û Tirk nakin. Kerr in, lal in, kor in. Lê ji bo Hikûmet û dezgehên Başûrê Kurdistanê di çavê Kurdan û awira gelemperî de reş û piçûk bikin, şev û rojên xwe dikin yek. Ev yek rezaletî ye, ne paraztina jinê ye û rasterast êrîşkirina rêvebir û dezgehên Başûrê Kurdistanê ye. 

Şaşîtiya herî piçûk a Başûr dikin qebhet!

Ji alîyê din; gelek kesên ku ji tirsa canê xwe ji Bakur direvin Başûr û li wir distirin, piştî ku girêka xwe li pişt werîs dixin û têr dixwin, îcar dest bi êrîşkirina ser dem û dezgehên Başûr dikin û şaşîtîya herî piçûk jî ji Hikûmeta Kurdistanê re dikin qebhet. Ev nankor û bêbextên ku bi xêra dem û dezgehên Başûrê Kurdistanê bi azadî li Başûr dijîn, piştî ku berjewendîyên wan ên şexsî dikevin xeterê yan piştî ku vedigerin Bakur û pişta xwe didin dewleta Tirk, îcar dest bi êrîşkarîya ser Kurdistana azad dikin û bêbextîyên mezin dikin. Ev nankor û bêwefayên ku berjewendîyên xwe di ser her tiştî re digrin, kirasê siyasetmedar, nivîskar û rewşenbîrîyê jî li xwe dikin bê şerm û fedî neyartîya Kurdistana azad dikin. Ev yek dîsa dide xuyakirin ku temamê şagirtên Yalçin Kuçuk û Dogu Perînçek ji yek bîrê avê vedixwin û ji yek navendê tên birêvebirin. 

Yên neyartiya Kurd û Kurdistanê dikin wê helbet rojekê di wijdanan de bên darizandin

Di nav her civaka paşdemayî û di nav her dewletek nûsazkirî de xeletî hene, xeletî dibin û wê hebin jî. Di dewletên pêşketî û nûjen de jî heta tu bêjî bes xeletî û kêmasî hene û dibin. Lê hemwelatîyên wan dewletên pêşketî ji bo xeletî û şaşîyên hikûmeta xwe neyartî û dijminatîya destkeftin û berjewendîyên dewlet û welatê xwe nakin û kêfa dijminan li xwe naynin. Lê ev kes, dezgeh û partîyên ku qaşo li ser mal û canê Kurdan diçêrin hem dijminatîya milletê xwe dikin, hem dijminatîya welatê xwe dikin û hem jî xizmeta neyarên Kurdistanê dikin.

Di hişmendî û zagonên dewletên pêşketî de kesên ku xizmeta dijminan dikin wek “ xayîn “ yan “xwefiroş“ tên bi nav kirin, tên darizandin û cezayên giran dixwin. Divê neyê ji bîr kirin ku Kurd tiştekî ji bîr nakin. Kurd ji bîr bikin jî dîrok ji bîr nake. Ewên ku neyartîya Kurd û Kurdistanê dikin û bûne xizmetkarên dagîrkerên Kurdistanê, helbet wê rojekê di dil û wîjdanê milletê Kurd de bên darizandin.