image

PeyamaKurd - Rejîma Sûriyê 21ê Adara 2021ê 5 derbasgehên herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê de ji çûnûhatinê re girtin ku bazirganî û çûnûhatina sivîlan di wan deriyan de bo herêmên din dihat kirin. Vê yekê gelekî bandor li ser aboriya herêmên jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kir ku bihayê xurek, alavên înşaatan, derman û berhemên tenduristiyê bilind bûn.

Malpera Syria Direct bi wergirtina zanyariyan ji çavkaniyên herêmê, derbarê bandora girtina deriyan û sedema wê û rêyên çareseriyê gotareke agahiyên girîng tê de ne belav kiriye.

Di herêma Al Salihiya ya rojhilatê Dêrazorê ya navbera Rêveberiya Xweser a Rojava û herêmên deshilata rejîma Esed de rojane hejmarek zêde sivîl derbas dibin.

“5 derbasgeh herêmên Rêveberiya Xweser û rejîmê pev girê didin”

Rejîmê 23ê Adarê ragihand ku wan 5 derbasgehên digel Rêveberiya Xweser ji çûnûhatinê re girtine. Beriya wê jî HSDê di çarçoveya ewlehiyê û tedbîran de ji bo Cejna Newrozê ew derî girtibûn. Lewra jî ji 19ê Adarê ve bazirganî û çûnûhatina sivîlan li wan derbasgehan ji alişê herdu aliyan ve hatibû sekinandin.

Çavkaniyeke ji derbasgeha sînorê Tebqa yê Reqayê ragihandiye ku rejîmê ji bilî kesên rapora wan a tenduristiyê hebe û nexweşên penceşêrê yên rewşa wan xeter derî ji sivîlan û bazirganiyê re girtiye.

Ew derbasgeh qadên rêveberiya Rojava û yên rejîmê pev girê dide ku ew jî derbasgeha Tayyah ya li gundewarên Minbicê ya rojhilatê Helebê, derbasgeha TebqawHawra-Sabka û Al Salîhiye ya Dêrazorê ne.

Li gorî heman çavkaniyê ji van derbasgehan yên herî girîn Hawra û Tebqa ne ku tenê ji bo bazirganiyê têne bikaranîn û ji bo herdu alîyan jî ji ber standina gumrik û bacan girîng in. Ji bilî deriyê Salihiya yê ji peyayan re vekirî her sê deriyên din tenê ji bo alîkariyên mirovî têne bikaranîn.

“Gelo derî çima hatin girtin?”

Dema ku HSDê derî girtin, li herêmên rejîmê krîzeke mezin a sotemeniyê rû dabû ku hevdem krîza navdewletî ya asêbûna keştiyê di Kanala Suveyşê de jî rewş hê xerabtir kir.

Li gorî çavkaniyê Rêveberiya Xweser, girtina deriyan a beriya Newrozê bandor li ser derbasbûna tankêrên sotemeniyê yên diçin herêma rejîmê nekiriye, lê bi girtina deriyan re li herêmên Kurdan bihayî zêde bûye.

Rayedarekî berpirsê aboriyê li Rêveberiya Xweser gotiye, girtina deriyan piştî ku HSDê di mehên Çile û Adarê de şandina petrola xam bo herêmên rêveberiya Şamê rawestandiye dest pê kiriye. Sedem jî ew bûye ku rejîmê petrola zêde ji wan daxwaz kiriye.

“Tirkiye dixwaze rê li ber hinardeya ji Herêma Kurdistanê bo Rojava bigire”

Endamê Konseya Serokatiya HSDê Elî Rehman dibêje, girtina deriyan ji aliyê rejîmê ve ne tenê girêdayî zêdekirina hinardekirina petrolê ye.

Lewra girtina deriyan piştî zextên hêzên Rûs-Tirk li Eyn Îsayê bi ser Rêveberiya Xweser de û bi vekişîna hêzên rûsî ji wê herêmê pêk hat.

Berpirsê HSDê îdia dike ku di bin vê biryarê de zêdekirina zextan bi ser HSDê de heye.

Herwiha dibêje, Enqere fişarê li ser Herêma Kurdistanê jî dike daku hinardeya bo Rojavayê Kurdistanê sînordar bike. Elî Rehman herwiha diyar dike ku di van zext û fişaran de, Rûsya û Tirkiye bi awayekî hemahengî kar dikin.

Öte yandan, Özerk Yönetimin Ekonomi ve Tarım Konseyi Eşbaşkanı Salman Barudo, rejimin geçişleri kapatarak “Özerk Yönetim alanlarına giren mallar üzerindeki vergi oranlarını ve koruma ödemelerini artırmayı hedeflediğine” dikkat çekti.

“Girtina deriyan herî zêde zirarê dide kîjan aliyî?”

Bi girtina derbasgehan re ji aliyê rejîma Sûriyê ve, li herêmên bin kontrola HSDê bihayê kelûpelan, xurek û alavên tenduristiyê zêde bû.

Bi taybet jî bihayê sewzeyan bi girtina deriyan gelekî zêde bûye ku dikandarekî mêwefiroş li Reqayê Elî El Xelîl dibêje, hin berhem ji sedî 200 bihayê wan bilind bûye.

Dermanfiroşekî li Reqayê bi navê Xelîl el Hemîd jî dibêje, malîyeta dermana gelekî zêde bûye ku hin dermanan bihayê wan ji sedê sedî derbas kiriye.

Endamê Konseya Rêveberiya HSDê Elî Rehman diyar dike, wê Rêveberiya Xweser wekî ku soz daye, petrola xam û genimê pêwîst ji herêmên rejîmê re bişîne.

Rehman dide xuyakirin ku girtina ser hev a deriyan ne di berjewendiya rejîmê de ye û balê dikişîne ser ku heger HSD jî bersiva rejîmê wekî wê bide, wê berhemanîna genim raweste û senaryoyên felaketê derkevin holê.

Rehman daye zanîn ku Rojavayê Kurdistanê ku jêdera sereke ya sotemenîyê û genim e, li demeke cezayên Sezar bi ser rejîma Sûrî de hatine sepandin wê rejîma Sûriyê zirareke mezin jê bibîne,  ji ber ku wê rejîm dahateke zêde ya bacan û gumrikê ji dest bide.