image

PeyamaKurd - Saziya lêkolînan a Birîtanî Declassified di raporeke xwe de, ragihandiye ku hikumeta Birîtanyayê ji bo şerê dijî rejîma Esed bikin bi dehan projeyan çekdarên opozîsyona Sûriyê yên ku Tirkiye jî piştevaniya wan dike fînanse kirine.

Di rapora ku li ser malpera Daily Maverick hatiye weşandin de, tê gotin çawa hikumeta Birîtanyayê saziyek bi navê "Sendîqeya şer, aramî û ewlehiyê (CSSF) bi kar aniye û  bi rêya wê bi dehan projeyan li Sûriyê fînanse kirine, da ku destekê bide çekdarên opozîsyona Sûriyê ku Birîtanya navê " mûxalefeta çekdar" li wan dike.

Hikumeta Birîtanyayê navê wan rêxistinan eşkere nekiriye, lê itîraf kiriye ku hin proje bi kordîneya komên çekdar pêk hatine, da ku herêmên xwe baştir bi rê ve bibin.

Saziya Lêkolînan Declassified di rapora xwe de, ragihandiye ku 13 projeyên piştevaniya çekdarên Sûriyê bi miqdarê 215 milyon pound di nava 5 salan de belge kiriye.

Hêjayî gotinê ye, Birîtanya di sala 2011an de û piştî demeke kurt ji destpêkirina krîza Sûriyê dest bi alîkariya çekdarên muxalefeta Sûriyê kiriye.