image

PeyamaKurd - Kovara Newsweek a Amerîkî li demeke ku Tirkiye amadekariya operasyoneke nû li ser Rojavayê Kurdistanê û deverên kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dike, li ser rojeva operasyonê û helwesta NATOyê analîzeke berfireh weşand.

Di analîzê de, behsa dijatiya Erdogan a endamtiya NATOyê ya Fînland û Swêdê tê kirin û tê gotin, êdî eşkere û yekser daxuyaniyên operasyonê têne dayîn.

“Dema operasyona Tirkiyê, bi rewşa Ukraynayê ve jî girêdayî ye’

Di analîza Newsweekê de tê gotin, di hedefa Tirkiyê de, HSD heye ku Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike û Pentagon hevkariya xwe pê re dewam dikin.

Dîplomatê berê yê Tirk û lêkolînerê mêvan ê Carnegie Europeyê Sinan Ulgen, ji Newsweekê axiviye û gotiye, “Vê rewşê Tirkiye û Amerîka xistine rotaya pevçûnê.”

Lêkolîner Ulgen plana operasyona Tirkiyê û dema wê bi rewşa Ukraynayê ve girê daye û daye xuyakirin, Erdogan bi salan e di navbera Rûsya û Amerîkayê de hevsengiyekê çêdike û niha jî bi sedema rewşa Rûsyayê ya li Ukraynayê dixwaze Rûsya ji armancên xwe yên li Sûriyê paşde gav bavêje û vê jî ji bo operasyona muhtemel wekî derfet bikar bîne.

Şêwirmendê Asayîşa Netewî yê Koşka Spî Jake Sullivan, banga dîyalog û dîplomasiyê li Tirkiyê kir, lê Tirkiyê jî xwest ku derbarê Swêd û Fînlandiya de gavên berbiçav bên avêtin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price jî diyar kir ku wê rêveberiya Biden, piştevaniya xetên heyî yên agirbesta 2019an bike û her operasyon û tevgereke leşkerî ya ku rewşê bixe xeterê şermezar bike.

Price gotibû: "Em ji bo parastina îstiqrara Sûriyê û dîtina çareseriyeke siyasî di wê baweriyê de ne ku hemû alî xetên agirbestê li herêmê biparêzin û rêzê lê bigirin. Em di wê baweriyê de ne ku wê ziyanê bigihîne şirîkên me yên Kurd û têkoşîna berdewam a dijî DAIŞê.”

Erdoganê ku xwe ji bo Ukraynayê wekî navbeynkar pêşkeş kiriye got ku heger Ukrayna û Rûsya li ser li hev bikin, ew amade ne bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî di hevdîtinan de rol bilîzin.

Herwiha Erdogan di hevdîtina telefonî ya Pûtîn de, bi awayekî eşkere niyeta xwe ya operasyonê anî ziman.

“Em difikirin ku Amerîkayê ji bo operasyonê nota daye Tirkiyê”

Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) ku baskê siyasî yê HSDê ye, li dijî operasyona tê plankirin, xwepêşandanên protestoyî li dijî Tirkiyê li dar xistin.

Nûnera MSDê Sînem Mihemed ji Newsweekê re wiha axivî ye: "Gefên dijî rêveberiya xweser ên Tirkiyê ne tiştekî nû ne. Cidî ne û em jî vê wisa dibînin. Lê belê ne hêsan e ku Tirkiye ji welatên din, destûra operasyonê bistîne. Di wê baweriyê de me ku Amerîkayê bi awayekî eşkere nota daye Tirkiyê ku operasyoneke nû li ser Rojava neke. Êrîşên ser HSDê wê tenê di berjewendiya DAIŞê de bin û dijî berjewendiyên Amerîka û hevpeymaniyê bin.”

Sînem Mihemed herwiha diyar kiriye ku li ser îhtimala êrîşa Tirkiyê ew bi rêveberiya Biden re di nav pêwendiyê de ne û gotiye: “Şerê Ukraynayê bandor li me hemûyan kir. Lê nebawerim Amerîkayê ji Sûriyê re çavê xwe girtiye û niha jî pabendî ewlehî û pêkanîna îstiqrara herêma me ye.”

“Sûriyê jî hişyarî da”

BM Güvenlik Konseyi'ne bir mektupta, Türkiye’nin Suriye ve ülkenin kuzeyinde yapacağı operasyonu Suriye’nin kesin bir dille reddettiği ifade edildi.

Yek ji hişyariya balkêş jî serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed da ku zêdetirî 11 sal in tevî şerê navxweyî jî li ser deshilatê ye.

Bi nameyeke ku ji Konseya Ewlekariyê ya NY re hatiye şandin, hikûmeta Sûriyê bi tundî operasyona muhtemel a Tirkiyê red kir û hewldana Tirkiyê ya avakirina herêma ewle jî wekî cihê şermezariyê bi nav kir. Herwiha hat gotin ku ew operasyona beşek ji kiryarên hikûmeta Erdogan a paqijkirina etnîkî û guhertina demografîya herêmê ye.

“Kurd û hikûmeta Şamê di vê mijarê de hevnêrîn in”

Her çiqas hikûmeta Şamê û rêveberiya xweser derbarê dahatuya Sûriyê de li hev nakin jî di mijara Tirkiyê û milîsên wê yên çekdar de hevnêrîn in. Tevî ku hewldanên herdu aliyan ên rêkeftinê yên dubare rawestin jî her du alîyan car caran hevkarî jî kirine.

“Hîn jî helwesta rêveberiya Biden ne zelal e”

Rêveberiya Joe Biden ku li dijî plana Erdogan derdikeve, hîn nediyar e wê ji gotin û daxuyaniyan vegere çalakbûne. Berdevkê berê yê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê Myles B. Caggins dibêje:

"Parastina hevpeymanên li Sûriyê yên Amerîka û NATOyê di dema êrîşeke fizîkî de, dûrî xeyalan e jî. Li gorî nêrîna min piştevaniya Serok Biden a bo Fînlandiya û Swêd ya endamtiya NATOyê jî di vê çarçoveyê de ye. Herwiha bikaranîna hêzê li hember endameke NATOyê (Tirkiye) bûyereke bêmînak e.”

Caggins, li ser rêbertiya Tirkiyê jî diyar dike, “Yanî yê ku ne li gorî rêzikên NATOyê dilîze ew e, lê xwe wekî wan nîşan dide.”

“Amerîka berî her tiştî dixwaze NATOyê yekgirtî bike”

Ji ber piştevaniya Amerîkayê ya bo hêzên Kurd, Tirkiye her çiqas hêvîşikestî be jî, bi kirîna S-400ên Rûsî re pêwendiyên ligel Amerîkayê hîn xirabtir bûn.

Biden tevî hemû daxwazên Erdogan jî ji bo vegerandina Tirkiyê li bernameya balafirên F-35an neketiye tevgerê. Ligel vê jî tê zanîn ku rêveberiya Bidin bang li endamên kongreyê kiriye ku piştevaniya, pêşniyara firotina F-16an bo Tirkiyê bikin.

Ev balafir dibe ku derfetekê bidin Tirkiyê ku bi wan êrîşê hêzên HSDê bike ku di destê wan de bi qasî 10 hezar girtiyên DAIŞê hene.

Myles Caggins herî dawî dibêje: “Cîhanê ji me daxwaz kir ku pêwîste em DAIŞê bidin rawestandin û sala 2015an jî dît ku li Kobaniyê HSDê DAIŞ rawestand. Ev ew kesên di têkoşîna dijî DAIŞê de bûne şampiyon in û yên hevpeymana me ya NATO jî amade ye êrîşî wan bike. Armanca berfireh a Amerîkayê vekirî ye. Armanca Amerîkayê ew e ku NATO yekgirtî bimîne.”