image

PeyamaKurd – Nivîskar û rojnamevanê naskirî yê tirk Cengîz Çandar di bernameyeke televizyonê de bal kişand ser dijatiya dewleta Tirkiyê ya li hemberî Kurdan a ji mêj ve berdewam dike û got, “Li her li ku dera dinyayê be, li gorî felsefeya rêveberiya Tirkiyê nabe du peyvên Kurdistan û Serxwebûn werin ba hev.”

Çandar dibêje, "Ez Tirkekî dostê Kurdan im. Ez dewleta xwe jî û we jî baş nas dikim. Lîstikvanan hemûyan baş nas dikim. Tiştek heye ku divê hûn qet ji bîra xwe dernexin. Du peyv hene ku heta felseya rêvberina dewleta Tirkiyê neyê guhertin, nabe li cem hev werin bikaranîn. Ew jî; Kurdistan û Serxwebûn e. Ev herdu peyv nikarin werin ba hev.”

Cengîz Çandar di berdewamê de bal kişand ser referandûma serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê ku 25ê Îlona 2017an hatibû encamdan û wiha pê de çû:

“Erê dibêjin; eleqa me bi Tirkiyê re nîne, em li Iraqê ne, bi Tirkiyê re danûstandina me ya bazirganî û dostanî heye. Dahata petrolê jî heye û têkiliya me ya bi Tirkiyê re tenê dostanî ye. Ji min re qet behsa van nekin. Dixwaze bila Kurdistana Iraqê ne li Herêma Kurdistanê bûna, li Besrayê bûna yan jî li welatê Uganda û Zelanda Nû bûna, heger Kurdan li wan deran jî bixwesta serxwebûnê ragihînin wê Tirkiyê li dijî wê derketa.”

Çandar diyar kir ku her çi pêşketinek li ser yekîtî û hevkariya Kurdan çêbibe, Tirkiye vê wekî hewldaneke xeter dibîne û wiha pê de çû:

“Ji sedî 50yê Kurdan li Tirkiyê dijîn. Heta pirsgirêkên Kurdên li Tirkiyê neyê çareserkirin her li ku dera dinyayê be, heke ji xwe li ber sînorê Tirkiyê be pêşhateke wekî yekîtî û rêveberiya xweser, daxwazên federalî û serxwebûnê yên Kurdan ji bo Tirkiyê wekî xeta sor tê dîtin. Haveynê neteweperestiya Tirkiyê yê herî girîng helwesta dijatiya Kurdan û pirsa Kurd e.”