
PeyamaKurd - Li demeke ku li Rojavayê Kurdistanê bi hewldan û zêdebûna bandora Amerîkayê ya hûndir û derve, ji bo yekrêziya navmala Kurd gavên êrênî têne avêtin, em dibin şahidê wê yekê ku li dijî wan hewldanan jî gavên dijatiya Kurdan têne avêtin.
Di van rojên dawî de, bi belavkirina hin nûçeyan tê gotin; “PYDê ji nû ve bi garantoriya Rûsyayê bi rêveberiya Şamê re dest bi gotûbêjan kiriye û lihevkirineke qismî ango rêkeftina pêşîn jî di navbera aliyan de hatiye kirin”. Lê belê ev nûçe operasyoneke antî propagandayê ya cihê pirs û lêpirsînê ne.
Xwendevanên PeyamaKurdê baş dizanin ku bê em çiqasî girîngî û qîmetê didin tifaqa nav Kurdan. Lê belê derdorên serkêşiya bêtehemûliya tifaqa nav Kurdan dikin jî zirarê didin yekrêziyê. Ji ber wê jî em wekî erk ji xwe re dibînin ku ji piştperdeya wan geşedanên dijberên yekrêziya nav Kurdan, we agahdar bikin.
‘Destpêkirina qaşo gotûbêjan û lihevkirina qismî’
Wekî tê zanîn demek berê aliyên siyasî yên Kurdên Rojavayê Kurdistanê bi navbeynkarî û hewla Amerîkayê di warê yekîtiyê de gavên girîng avêtibûn Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurd (PYNK) ku PYD serkêşiya wê dike û Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji bo qonaxa duyem a danûstandinan li ser bingeha Peymana Duhokê ya 2014an ji bo yekrêziyê lihev kiribûn. Aliyan ji bo gera duyem a danûstandinan jî mijar û prensîbên xwe eşkere kiribûn.
Di rewşeke wiha de, komikeke nav PYDê ya nêzîkî PKKê ku bandora wê kêm e, behsa ‘destpêkirina qaşo gotûbêjên bi rejîma Şamê re kir’ û îdia kir ku ‘lihevkirineke qismî’ jî di navbera aliyan de çêbûye.
Di demeke ku ENKS û PYDê li pêş medyayê rêkeftina xwe eşkere kirine û belge li ber dest in, gotinên wekî; ‘lihevkirineke qismî’ çêbûye, tenê lîstikeke ku zirarê dide hişmendiya gelê Kurd û raya giştî ya Kurd e. Berî her tiştî divê bê zanîn ku misyoneke wan derdoran a hevpar a zirarê bidin Kurdan heye ku çi ji nav Rûsya çi jî ji nav PKKê bin.
Yek: Li Sûriye û Rojavayê Kurdistan dixwazin hewlên Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike, têk bidin.
Duyem: Dîsa dixwazin ‘Tifaqa Kurdan’ a bi navbeynkariya Amerîka û Fransayê pêk hatiye têk bidin û nehêlin bi ser bikeve.
‘Ji bo astengkirina tifaqê her kes kartên xwe datîne ser masê’
Li gorî zanyariyên ji PeyamaKurdê re hatine, ew gotûbêj û îdiayên behsa wan tê kirin, ne hêja ne ku mirov wan cidî bigire, ji ber ku bazariyên siyasî ne bi kesan re bi alî û muxatabên bihêz re tê kirin. Lewma jî ji bo wan ‘gotûbêjên bi Şamê’ re ti aliyekî bihêz tune ye.
Yên ew gotinên, ‘Gotûbêjên bi Şamê’ re avêtine holê û dibêjin, ‘Lihevkirineke qismî’ jî çêbûye, tenê manewrayeke hin dengên dijber ên nav PYDê û PKKê ne ku dixwazin xwe li herêmê bihêz nîşan bidin. Herwihe Rûsya û Îran jî destekê dide vê projeyê.
Tirkiye vê rewşê destgirêdayî naşopîne
Tirkiyeya ku ji dûr ve û destgirêdayî vê rewşê naşopîne jî bi kodeke cuda nêzîkatiyê dike. Enqerê hê jî bi rêya kesayetên nav ENKSê yên girêdana xwe ya bi Tirkiyê re bi ti awayekî qut nekirine, dixwaze bi wan kesayetan re hewldanên hevpeymaniya navdewletî asteng bike û stratejiya xwe ya têkdana yekrêziya nav Kurdan jî berdewam dike.
Li gorî agahiyên ji PeyamaKurdê re hatine, Tirkiye dixwaze Dr. Ebdulhekîm Beşarê nav ENKSê ku nêzîkî xwe dibîne, bike Cîgirê Serokê Îtilafa Sûriyê. Ew kesê navborî, bi gilîkirina hevalên xwe yên ENKSê ji bo Enqerê dilsoziya xwe nîşan daye.
Enqerê demek berê rayedarekî ENKSê yê ji xeta xwe ya siyasî tawîz nedida, ji xebatên Destûrê dûr xistibû û li şûna wî jî Dr. Ebdulhekîm Beşar peywirdar kiribû. Niha jî bi rêya vî kesê nêzîkî xwe dixwaze pêşveçûnên li Rojavayê Kurdistanê sabote bike.
‘Rewşa Kurdan a berî û piştî Hevpeymaniya Navdewletî’
Divê ev rastiya han neyê jibîrkirin. Ewên ku dubare zorê didin destpêkirina danûstandinên bi Şamê re, dîsa ew kesên beriya hatina Hevpeymaniya Navdewletî bûne sedema nearamî, alozî û qetlîamên ku gihîştibûn heta ber deriyê Kobaniyê ne.
Wê demê nearamî, alozî û êrîşên rêxistina terorîst DAIŞê yên li ser Rojavayê Kurdistanê têne bîra her kesî. Ev rewşa nediyar û nezelal bi bicihbûna hêzên Amerîkî û hevpeymaniyê çareser bû. Piştre Kurdan jî têkoşîneke baştir meşand ku herêma herî bi îstiqrar a li Sûriyê hat avakirin û ev rewşa nû ji aliyê raya giştî ya cîhanê ve jî hat qebûlkirin.
Îran, Rûsya û komikeke radîkal a nav PKKê ku ji van pêşhatan aciz in û nerehet in, di van rojên dawî de bi xebat û hewlên ku bi hişê kurdan bileyîzin û serê wan tevlîhev bikin, dixwazin Rojavayê Kurdistanê dîsa vegerînin heyama beriya salan. Tirkiye jî bi kesên nêzîkî xwe heman senaryoyê tîne ser dikê.
Lê belê Kurdan ev yek baş analîz kir: “Dahatuya nû ne bi kadir û rêbazên berê, lê divê bi aktorên nû û li ser bingeha rasteqîne pêk were daku em bi ser bikevin.”