image

PeyamaKurd- Li gorî zanyariyan, Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK)  di operasyona nû ya ku Tirkiyê ya ser Qendîlê de, piştevaniya Tirkiyê dike û heta niha jî gelek operasyonên ser PKKê bi lihevkirina YNK û hikûmeta Tirkiyê hatine encamdan.

“YNKê û Tirkiyê gelek operasyon li ser PKKê pêk anîn”

Çavdêrê Siyasî Bilind Şiwanî li ser rûpela xwe ya Facebookê li ser mijara pêwendiyên YNK û hikûmeta Tirkiyê behsa rêkeftin û lihevkirina Tirkiye û YNKê ya li hemberî PKKê dike û wiha dibêje:

 “Tirkiye û Iraqê di salên 1980yî de rêkeftin kirin û heta niha jî li gorî wê rêkeftinê herdu welat ji bo parastina ewlehiya welatê xwe dikarin heta 30 km bikevin nav erdên hevdu û operasyonan encam bidin. Ev 17 sal in posta serokomariya Iraqê di destê YNKê de ye û heta niha ti gavek ji bo hilweşandina vê rêkeftinê nehatiye avêtin.”

Şiwanî herwiha dide zanîn, “Sererkanê Artêşa Tirkiyê 16ê Sibata 2008an serdana Silêmaniyê kiriye” û wiha didomîne: “û di vê serdanê de, rêkeftina ku YNK û Tirkiye bi hev re operasyonê li dijî PKKê bikin hat kirin. Di çarçoveya vê rêkeftinê de jî gelek operasyon li dijî PKKê hatin kirin.”

“YNK û Tirkiyê biryara sînordarkirina çalakiyên PKKê wergirtin”

Çavdêrê Siyasî Bilind Şiwanî balê dikişîne ser ku ev rêkeftina navbera YNK û Tirkiyê di serdema Berhem Salih de berdewam kiriye û li gorî lihevkirina navbera Berhem Salih û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ya sala 2018an jî derfeta ku operasyonan li dijî PKKê bikin derketiye holê.

Şiwanî dibêje: “Wê demê di navbera YNK û Tirkiyê de biryara sînordarkirina çalakiyên PKKê yên li Silêmaniyê hat standin. Di çarçoveya vê lihevkirinê de jî Tirkiyê qedexeya firîna bo Balafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê rakir.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, çend roj berê derketibû holê ku şandeke serkerdayetiya YNKê ya ji Hevserokê YNKê Bafil Talebanî, Qubat Talebanî û Derbas Kosret Resûl pêk dihat, bi awayekî veşartî serdana Tirkiyê kirine.

Serkirdeyekî YNKê ew serdana veşartî piştrast kiribû û eşkere kiribû ku di wê serdanê de, daxwazên YNKê yên bo asayîkirina pêwendiyên ligel Tirkiyê bi Serokê Îstixbarata Tirkiyê Hakan Fîdan re û rayedarên Tirk re hatiye axaftin û YNKê ji aliyê Tirkiyê re soza bicihanîna daxwazên ji wan hatine kirin daye.