
PeyamaKurd – Bi vekişîna hêzên Amerîka û NATOyê re Talîbanê bêyî ku li benda encamên danûstandinên aştiyê bimîne, tevahiya Afganistanê xist bin kontrola xwe û serkirdeyên hikûmeta Afgan jî terka welat dan.
Piştî ku Tevgera Talîbanê 15ê Tebaxê bi ketina paytext Kabulê re dawî li deshilatdariya hikûmeta Afganistanê anî, nîqaşên li ser bandora rejîma nû ya Talîbanê li ser welatên cîran û cîhanê berdewam dikin. Talîbanê piştî ketina Kabulê ragihandiye ku wê navê dewletê jî bê guhertin û navê 'Emîrtiya Îslamî ya Afganistanê' hatiye diyarkirin.
Li gorî nirxandin û şîroveyên pisporên Asya Navîn û Rojhilatnasan rejîma Talîbanê ya îslamî wê guherîneke mezin li herêmê çêbike û welatên heta niha destwerdana şerê Afganistanê kirine jî kartên xwe ji nû ve bo lîstikê belav bikin.
Di nirxandinên pisporan de li ser ketina Kabulê û serweriya Talîbanê li Afganistanê tê gotin, “Afganistan derbasî pêngaveke nû ya dîroka xwe ya tevlîhev bûye ku bi ketina rejîma qraliyetê di sala 1973yan dest pê kiribû.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî ku hêzên Talîbanê 15ê Tebaxa 2021ê Kabul xistin bin serweriya xwe û serokê Afganistanê Eşref Xenî reviya, rêveberiya Amerîkayê jî bar avêt ser hêzên ewlehiyê û artêşê ku li hember pêşketina Talîbanê şer û ti berxwedan nekirin.
Li gorî nirxandinên şîrovekaran, ji ber ku hêzên hikûmetê li hember Talîbanê berxwe nedane, metirsiyên cuda û mezin li herêma ku bûye çavkaniya şerê hêzên mezin û paşketî hene.
Ji destpêka ku Talîban pêşketinên li ser erdê li Afganistanê bi dest xistin ve, herêma Asyaya Navîn ku Çîn, Hindistan û Amerîka tê de di nava pêşbirkê de bûn, veguherîye qada lîstokê ya nû ji wan hêzan re.
Lêkolîner Kamran Buxarî ji Rojnameya El Beyan re gotiye, di vê rewşa nû ya serweriya rejîma Talîbanê de ‘wê Pakistan û Çîn windahiyên mezin bidin’ û şîroveya xwe wiha didomîne: “Dibe ku armanckirina bendera Tişabhar û Şîa El-Hezara li Afganistanê, Îranê bi têkçûneke mezin re rû bi rû bihêle.”
Berpirsekî bilind ê Pakistanê jî derbarê rewşa nû Afganistanê de bal kişandiye ser cîhadîstan û destnîşan kiriye: "Cîhadîst wê bi hêz bibin û bêjin heke têkçûna Amerîkayê mezin be, gelo artêşa Pakistanê çi ye ku li ser rêya me bisekine?"