image

PeyamaKurd – Piştî ku di kanaleke televizyonê ya Tirk de, di rêzefîlmekî de heqaret li kurdan û Statuya Herêma Kurdistanê hat kirin, bi taybet nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd bertekên tund nîşan dan û li hember êrîşên nijadperestî yên ser nasname, dîrok û welatê xwe banga yekrêziyê kirin.

Nijadperestiya xwe ya sîstematîk car din îfşa kirin

Di kanaleke bi ser partiya deshilatdara Tirkiyê AKPê ve ku hikûmeta wan rêveberiya Herêma Kurdistanê bi fermî nas dike û gelek caran bi Alaya Kurdistanê pêşwazî jî li ser Serok û Serkwezîrê Kurdistanê kirine, di rêzefîlmekî de heqaret li Rêveberiya Herêma Kurdistanê hat kirin û nijadperestiya ku bi awayekî sîstematîk li ser kurdan û welatê wan tê meşandin, car din hat îfşa kirin.

Di beşa dawî ya rêzefîlma bi navê ‘Yalniz Kurt’ ango ‘Gurê Bitenê’ de ku di kanala ATV ya xwediyên wê nêzîkî hikûmeta Tirkiyê ne û zavayê Erdogan bixwe berpirsê wê ye de, bi awayekî eşkere di beşeke rêzefîlm de, statuya siyasî ya Herêma Kurdistanê hat hedefgirtin û bi berevajîkirina dîrokê û bi karanîna zimanekî bêrêzî heqaret li Kurdan û Herêma Kurdistanê hat kirin.

Kurdan nerazîbûn nîşan da û li hember bangên yekrêziyê kirin

Piştî ku dîmenên wê beşa rêzefîlmê navborî li ser medya civakî jî belav bûn, ji aliyê kes û kesayetên Kurd ve nerazîbûn û bertekên tund hatin nîşandan û banga yekrêziyê li hember kiryar û êrîşên dijî kurd û kurdistanê yên bi wî rengî hat kirin.

Her çiqas senaryoya wî rêzefîlmî bi agahiyên çewt û cahilane yên bi mebesta nijadperestiya antî-kurd hatiye nivîsandin jî wekî alaveke propagandayê kar pê tê kirin daku dîrok, çand û nasnameya kurdî were berevajîkirin.

Di wî rêzefîlmê mafyagerî de qirêjiya xwe û dewleta xwe nîşan didin

Di wê rêzefîlma derhêner Osman Sinav de ku dewleta kûr a Tirkiye, karên qirêj û tarî û mafyageriya Tirk a nijadperest li ber çavên temaşevanan tê pak kirin.

Di beşa dawî de jî mafyager û bazirganekî neyasayî yê bi navê "Viking-Tekin Giritli" ku li Herêma Kurdistanê bi navê "Nizamettin Koz" hatiye nîşandan, ji aliyê hêzên ewlehiya Kurdistanê ve hatiye girtin û dîmenên dadgehkirin û îfadeyên wî li gorî senaryoya fîlm hatine weşandin.

Her çiqas di dîmenan de, nirx û sembolên Ala Kurdistanê û wêneyê Serok Mesûd Barzanî hatine bikaranîn jî ew karakterê fîlm di dadgehê de heqaretê li dadgeha Kurdistanê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê dike û dibêje, Kerkûk û Mûsil heta Hewlêr jî beşek ji Tirkiyê ne û heger Amerîka ango hêzên emperyal destê xwe ji wan bikişînin ew dê wan herêman ji wan bistînin û bi ser Tirkiyê ve bikin.

Herwiha ew karekterê fîlm di heqaretên xwe de sînoran nas nake û statuya fermî ya Herêma Kurdistanê ku hikûmeta Tirkiyê danûstandinên fermî bi pê re dike, hedef digire û bi îdiayên pûç û vala û dîroka berevajîkirî û çêkirî ya Tirkan erdnîgariya Kurdistanê wekî ya Tirk nîşan dide.

Aliyên çepgir û qaşo demokratên tirk jî piştevaniya heman zihniyetê dikin

Tevî ku kurdan li ser medya civakî bertek û nerazîbûnên xwe ji wî rêzefîlmî re nîşan dan, hinek aliyên çepgir ku xwe wekî demokrat û nêzîkî kurdan nîşan didin jî piştevaniya heman zihnîyeta nijadperestî ya wan dîmenên heqaretê li statûya Herêma Kurdistanê dikin kirin ku paşverûtiya xwe û nijadperestiya binhişiya xwe careke din eşkere kirin.

AKP bi fermî nas dike, hevpeymanên wê jî êrîş dikin!

Hikûmeta Tirkiyê ya bi seroktiya AKPê bi partiyên nijadperest ên wekî MHP-BBP re hevpeymaniyeke eşkere û bi çepgirên avrasyacî yên wekî koma Dogu Perînçek û netewperestên din re jî hevpeymaneke veşarî çêkiriye ku li aliyekî AKP bi fermî dîyalog û danûstandinan bi Herêma Kurdistanê re dike, li aliyekî jî destên veşarî yên nav hikûmetê dijminatiyê li dijî hebûna statuya Herêma Kurdistanê dikin.

Bi vî rêzefîlmê ku diyar e ji aliyê derdorên nijadperestên tirk ên hem rastgir hem jî xwe çepgîr nîşan didin ve, senaryoya wî hatiye amadekirin de, bi awayekî eşkere û di kanaleke nêzîkî hikûmeta AKPê de, înkar û dijminatiya Kurdan a sed salan tê dubarekirin.

Kurdên nav AKPê jî ji vê rewşê nerazî ne, divê zorê bidin ku rê li ber van kiryarên nijadperestî yên dijatiya kurdan dikin bigirin.

Çi hesabên siyasî li pişt wan dîmenan heye?

Dibe ku li pişt van dîmenan hesabekî siyasî li piştperdeyê hebe ku di demên dawî de, ango bi nêzîkbûna hilbijartinên 2023yan wekî heyamên berê, car din konsepta dijatiya Kurdan tê dubarekirin daku dengên nijadperest bi dest bixin û herwiha wekî her car li ser dijayetiya Kurd, Kurdistan û mafên rewa yên kurdan civaka tirk li dor xwe kom bikin.

Berî hefteyekê jî PKK mijara wî rêzefîlmî bû…

Di heman rêzefîlmê de, hefteyek berê jî avabûna PKKê wekî mijar hatibû hilbijartin ku di wê beşê de, îdeolojiya PKKê ya dûrî berjewendiyên Kurd û Kurdistanê di senaryoya fîlm de hatibû nîşandan.

Lê belê wekî ku êrîşî Herêma Kurdistanê dikin, êrîşî PKKê nekiribûn û tenê îdeolojiya damezrandina PKKê di senaryoya fîlm de pêşkeş kiribûn. Ango di wê beşê de jî her çiqas mebest biçûkxistina kurdan û înkara wan bû jî PKK wekî rêxistineke nexirab hatibû nîşandan.

Piştî beşa PKKê, beşa nehiştina Statuya Herêma Kurdistanê gelekî watedar e!

Gelekî watedar e ku piştî wê beşa damezrandina PKKê, beşeke dijatiya statuya Herêma Kurdistanê dike û heqaretan dibarîne ser hate weşandin.

Gelek siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd ku PKKê ji destpêka damezrandina wê ve nas dikin dibêjin, PKK alaveke kêrhatî ya destê dewleta Tirkiyê ye ku tiştê di berjwendiya dewleta Tirkiyê de be pê didin kirin. Maf û serkeftinên gelê Kurd bi wê alavê şêlû dikin û bipaş dixin.

Li aliyê din gelek caran serkirdeyên PKKê jî eşkere dibêjin ku ew dijî dewletbûnê ne û ji bo demokratîkbûna Tirkiyê şer dikin. Herwiha dijatiya statuya Herêma Kurdistanê jî bi awayekî eşkere hedef digirin û li wir jî bi hêzên wekî Heşda Şeibî yên bi ser Îranê ve dijatiya xwe didomînin.