
PeyamaKurd - Heta niha li Kurdistana Iraqê û li Kurdistana Sûriyê (Rojava) tenê du statuyên Kurdan hene. Statuya Kurdistana Federal a Iraqê fermî ye û di destpêkê de ji aliyê dewleta Iraqê bi xwe ve jî û ji aliyê gelek dewletên dinyayê yên hêzdar ve jî hatiye qebûlkirin.
Statuya Rojava hê ne zelal e!
Lê belê statuya Kurdistana Sûriyê hê ne zelal e û ji ber ku hê jî şerê navxweyî bi tevahî bi dawî nebûye, teşeya Statuya Rojava jî zelal nebûye.
Lê belê ji bo statuya Rojavayê Kurdistanê gelek xeter li meydanê ne. Li dûr û nêzîk gelek alî dixwazin ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê nebin xwediyê statuyekê. Heta heke ji wan bê, ew ê bikin ku rewşa Kurdan ji ya berî 2011an xirabtir jî bibe û ya Kurdistana Iraqê jî ji dema Seddam xirabtir bibe.
Dixwazin di Kurdan bê statu bihêlin
Di van rojên dawî de şerê di navbera hêzên HSDê û alîgirê Rejîma Sûriyê û hinek çalakîyên li Herêma Kurdistanê jî vê armancê dişopînin. Dixwazin ku gelê Kurd ji pêşerojeke xwedî statu bêpar bikin. Li gorî rapora Pentagonê Rûsya dixwaze ku daxwazên Rejîma Sûriyê û Tirkiyê bi Kurdan bide qebûlkirin. Ji aliyekî ve Îran dixwaze Kurd, tenê di bin desthilatiya Rejîma Sûriyê de bin. Rejîma Sûriyê dixwaze ku demên berê bi paş de vegerin.
Aliyekî Tirkiyê jî ji xwe ne li Rojava û ne jî li Rojhilat naxwaze li tu deran yeka Kurdan bibe dido. Amerîka jî taliya talî dixwaze ku Kurd li gorî berjewendiyên wê tevbigerin.
Rewşa Kurdan pir tevlîhev e
Bi rastî rewşa ku Kurd tê de ne, pir tevlîhev e û siyaset û zanebûn jêre divê. Kurd nikarin û ne lazim e ku bi her kesî re şer bikin. Di destpêkê de divê dubendiyê ji nava xwe rakin. Ne ku divê partî û komên cuda di nava Kurdistanê de tune bin.
Aştiya navbera Kurdan nê bê îmkan e!
Divê her kom û partiyeke Kurdan li ser berjewendiyên gelê Kurd li hev bikin. Wekî din di hemî mijarên din de dikarin ji hev cuda bin. Bi rastî ev tiştekî ne xerîb e û ne bê îmkan e. Îro partiyê Tirk di nava xwe de li ser mirîşkekê, têne wê radê ku hevdu bikujin, lê wextê ku berjewendiyê gelê Tirk têne holê, di carekê de her tiştî jibîr dikin û li heman bizmarê dixin. Ji bo gelê Kurd jî ev mimkun e. Hebûna partî, siyaset û firkên cuda ne tiştekî ecêb e. Tenê lazim e ku ji hedê xwe dernekeve.
Divê Kurd bi welatên cîran re rêya şer nedin ber xwe
Yeke din jî divê Kurd bi cîranên xwe re rêya şer negirin. Lewra di şer de ji bo Kurdan xêr nîn e. Kurd li herêmê bi rêya aştiyê dikarin erzantir xwe bigihînin armancên xwe. Ji ber vê yekê divê Kurd her dem şiyar bin û li hember provokasyonan hay ji xwe hebin.
Şer ji fêdê zêdetir zirar da Kurdan
Di dîroka nêzîk de jî me baş dît ku şer ji feydê bêhtir zerar da gelê Kurd. Ji ber vê yekê berî her tiştî yekîtîya navxweyî û aşîtiya bi cîranan re wê pêşerojeke ronahî ji gelê Kurd re amade bike. Li vê derê berpirsiyariyeke pir giran dikeve ser milên rêveberiyên Kurdistanê. Divê hay ji porvokasyonan hebin û hîle û dolabên ku têne gerandin di demê de bibînin û li gorî wê gavên xwe bavêjin.