
PeyamaKurd – Seroka Fraksiyona Partiya Çep a li Parlamentoya Herêma Hambûrgê ya Almanyayê Cansu Ozdemir û şanda ligel, xwestin ji Balafirxaneya Dusseldorfê werin Hewlêrê. Lê polîsên Almanya rê neda wan. Ew kesên dixwestin werin Hewlêrê, armanca wan ew bû ku, hinek çalakiyan li Hewlêr bikin û aramiya Kurdistanê têk bidin. Yanî tişta ku çekdarên PKKê li çiyayê başûrê Kurdistanê dikin vê şandê dixwest li Hewlêrê bike.
Şaradarê Sûrê yê berê Abdulah Demirbaş jî di nava vê şandê de bû. Ew îdia dikin ku dixwazin ji bo aşitiyê pêk bînin werin Kurdistanê. Demirbaş dibêje: ‘‘Armanca me ev e ku nakokî kûr nebe û em dixwazin hin hevdîtinan bikin. Hêzên ku çûna me asteng dikin, dixwazin ku Kurd di sedsala 21an de bêstatu bimînin û careke din axa Kurdistanê were dagirkirin.”
Lê rastî ne ev e. Berî niha bi çend rojan, Wezereta Navxwe ya Kurdistanê daxuyaniyek belav kir. Wezereta Navxwe ya Kurdistanê vekirî da xûyakirin ku, hinek aligirên PKKê hewl didin ji Ewropa werin Herêma Kurdistanê û xwepêşandana li dar bixin. Lê Wezaretê di heman demî de da xûyakirin ku, Hewlêr xeta sor e.
Seroka Fraksiyona Partiya Çep a li Parlamentoya Herêma Hambûrgê ya Almanyayê Cansu Ozdemir dibêje: ‘‘Ev jî îspata berçav e ku Hikûmeta Almanyayê naxwaze li Kurdistanê aştî pêk were. Dixwaze şer girantir bibe û zerar negihêje bazirganiya wan a çekan a bi Tirkiyê re.’’
Niha bila kesek xwe nexapîne Cansu Ozdemir, pişgirek aktîf ya PKKê ye û ew bi xwe di partiya Çep a Almanya de jî her propagandeya PKKê dike û heta carekê ji bo di hesabê xwe yê Twîtterê de Ala PKKê belav kirîbû, ji aliyê hukumeta Almanya ve hatibû cezakirin û cezayê 4.500 Ewro jê re birîbûn. Yanî Cansu, çalakvaneka PKKê ye û li Almanya partiya Çep de kar dike.
Hatina vê şandê bi plandana PKKê ye û armanca wan têkdana aramiya Kurdistanê ye. Ne ku ew dixwazin aşitî çêbibe. Ji aliyek din ve Abdullah Demirbaş ev e demeke li Almanyaye û ew bi xwe gelek cihan de gazinda ji PKKê dike. Lê dixweyê nekariye bi îrada xwe ya azad bi kar bîne û ew jî mecbûr kirine di vê şandê de cih bigre. Demirbaş endam û çalakvanê PKKê ye.
Niha Hikumeta Almanya nehişt ev kes serdana Kurdistanê bikin. Eger ev bihatana Hewlêrê û dest karên ne yasayî bikirana û ji aliyê Hikumetê ve bihatana girtin, dê PKK ji bo porpagandeya dijî Herêma Kurdistanê dinya xera bikira.
Lê ji aliyek din di rastiya xwe de, medya başûr jî di van nûçeyan de rolek xerab dileyze û heta radeyekê dibe wesiteya propaganda PKKê bi xwe.
Daxuyaniya Demirbaş û Cansu ne ji daxuyaniyên PKKê cuda ne. Ew heman propagandeyê dikin û dezenfarmasyona belav dikin. Divê di serî de PKK û herkesek din tê bigihe ku, Dezgehên Hikûmeta Kurdistanê bi hemû imkanên xwe ji bo parastina aramiya xelkê û Kurdistanê berpirsiyar in.
Berî hinek diyalog bêne kirin, gerek her aliyek rêzê li serweriya Kurdistanê bigre û li gora yasayên Kurdistanê tevbigerin. PKK bi hemû dam û dezgehen xwe êrîşê Kurdistanê dike. Eger mirov şerê hineka bike, Pêşmergeya şehid bike û di medya xwe de hinek aliyan bi xiyanetê itham bike, behsa diyaloga çi û çawa dike? Armanca PKKê ne diyalog yan jî aşitî ye, armanca wan têkdana destkeftiyên netewî li Başûrê Kurdistanê ye. Yên wek Cansu û Demirbaş jî piyonê vê leyiztika qirêj in.
Nûçe/analiz