image

PeyamaKurd – 25ê Îlona sala 2017an di dîroka Kurd û Kurdistanê de, xwedî girîngiyeke mezin e ku li Başûrê Kurdistanê bi beşdariya hemû pêkhate û aliyên siyasî yên Kurd ‘Referandûma Serxwebûna Kurdistanê’ wekî mafekî rewa yê diyarkirina çarenivîsa gelê Kurdistanê hat lidarxistin.

Bi ser referandûma ku bi rêjeya 92.73% dengê ‘belê’ ji bo serxwebûnê derketibû de, 5 sal derbas bûn û hê encamên wê têne nîqaşkirin.

Biryara referandûmê di demeke gelekî hesas de, piştî êrîş, komkujî û têkoşîna dijî rêxistina terorîst DAIŞê hatibû wergirtin ku Kerkûka dilê Kurdistanê jî di nav de, li hemû navçeyên madeya 140 ên li derveyî Herêma Kurdistanê hatibûn hiştin, hat lidarxistin. Hebûna hêzên Pêşmerge valahiya ewlehiyê li wan navçeyên Kurdistanê hêz û baweriyek dabû xelkê wan navçeyan. Ji ber wê jî bi rêjeyeke zêde dengê ‘belê’ ji bo ‘Serxwebûna Kurdistanê’ derketibû.

Ji bo çi ‘Referandûma Serxwebûnê’?

Biryara ‘Referandûma Serxwebûnê’ bi serê xwe nedihat wateya ragihandina serxwebûnê ku serokatiya Kurdistanê ev eşkere kiribû. Rewşa Kerkûkê û bicih nekirina madeya 140 a Destûra Iraqê bû bingehek ji lidarxistina referandûmê re ku piraniya gelê Kerkûkê jî dixwest bi Herêma Kurdistanê ve bên girêdan.

Tevî hemû astengan û konjonktura hesas a herêmê, serkirdayetiya Herêma Kurdistanê xebatên referandûmê dan destpêkirin da ku bi awayekî meşrû û rêyeke demokratîk û aştiyane, belgeyeke fermî ya mafê dewletbûnê tomar bikin.

Serok Barzanî bi Antonio Guterres re civiya

Serok Mesûd Barzanî, li ser mijara referandûmê 30yê Adara 2017an, li Hewlêrê pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres kir û jê re diyar kir; ew ê Referandûma Serxwebûnê pêk bînin û ji Neteweyên Yekbûyî jî ji bo pêkanîna mafê meşrû yê çarenivîsa gelê Kurd alîkarî xwest.

Serok Barzanî danûstandinên ji bo giştpirsiya serxwebûnê heta 25ê Îlona 2017an bêrawestan di asta navdewletî de berdewam kirin.

Biryar 7ê Hezîrana 2017an hat ragihandin

2yê Nîsana 2017an Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser referandûmê û bilindkirina ala Kurdistanê li Kerkûkê civînek li dar xistin ku ev yekem civîna hevbeş a li ser mijara referandûmê bû.

Serokê Mesud Barzanî 7ê Hezîrana 2017an li Pîrmamê bi aliyên siyasî û hejmarek bûrokratên Kurdistanê re civîya û di encamê de jî biryara pêkanîna referandûma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlona 2017an de ji gelê Kurd û cîhanê re hat ragihandin.

Parlamentoya Kurdistanê jî 15ê Îlona 2017an biryar pesend kir û Komîsyona Bilind a Hilbijartinan û Referandûmê ya Herêma Kurdistanê ji bo amadekarî û lidarxistina referandûmê hat erkdar kirin.

Hêjayî gotinê ye ku di civîna biryarê ji bilî Tevgera Goran û Komela Îslamiya Kurdistanê hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê beşdarî kirin.

Xwestin referandûm bê betalkirin…

Piştî ku biryara referandûmê 14ê Îlona 2017an Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîka Bret McGurk, Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Jan Kubis û Balyozê Amerîka li Iraqê Douglas Silliman û  Balyozê Brîtanya yê li Iraqê Frank Baker bi Serok Barzanî civîyan û xwestin referandûmê betal bikin, lê Serok Barzanî got, “biryar ne ya min e, divê serkirdeyên Kurd bi hevre biryar bidin”.

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî 21ê Îlona 2017an bi daxuyaniyekê ragihand ku wê referandûm di dema xwe de were kirin, lewra ti bijardeyeke şûna referandûmê bigire negihîştiye wan.

500 kesayetên Kurd Kurdistanê banga piştgiriyê kirin

22yê Îlona 2017an berî dengdana referandûmê bi 3 rojan zêdetirî 500 rewşenbîr, nivîskar, sîyasetvan û kesayetên naskirî yên Kurd ji hemû parçeyên Kurdistanê bi nameyekê banga piştgiriya ‘Referandûma Serxwebûna Kurdistanê’ li hemû kes û aliyan kirin û gotin: “Em piştgirîya vê biryarê dikin û bang dikin, herkes rêzê li vê biryarê û li encamên wê bigirin.”

Proseya dengdanê serkeftî bi rê ve çû

Dengdana Referandûma Serxwebûnê li hemû bajarên Herêma Kurdistanê, li Kerkûk û navçeyên din ên derveyî îdareya Kurdistanê bi awayekî serkeftî û hat encamdan.

Di dengdanê de 92,73% dengê ‘belê’ derketin û tenê 7,7% dengê ‘nexêr’ hatin bikaranîn.

Bertek û êrîşên piştî referandûmê: Pêşmerge li Pirdê û Sihêla êrîş têk birin

Herêma Kurdistanê piştî encamdana referandûma serxwebûnê rastî dorpêç û ambargoyên giran ên Bexdayê û welatên cîran ên wekî Îran û Tirkiyê hat ku helwesta dijî Kurd û Kurdistanê gihîşt asta destwerdan û êrîşên leşkerî.

Artêşa Tirkiyê û artêşa Iraqê bi mebesta gef û êrîşa ser Herêma Kurdistanê li Derîyê Îbrahîm Xelîl tetbîqatên hevbeş ên leşkerî pêk anîn.

16ê Cotmeha 2017an jî bi destwerdana Îranê re, hêzên Heşda Şeibî û Iraqê êrîşî Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên beşdarî referandûmê bûbûn kirin.

Hêzên Heşda Şeibî ku hêzên pasdarên Îranê xwestin heta Hewlêrê jî dagir bikin û statuya Herêma Kurdistanê ji holê rakin, lê Pêşmergeyên Kurdistanê li Pirdê û Sihêla bi şerekî destanî êrîşa wan rawestandin û têk birin.

Helwesta welatan bo referandûma serxwebûnê:

Îsraîl: Tekane welatî bi awayekî zelal piştevanî da Serxwebûna Kurdistanê Îsraîl bû. Serokwezîrê wê demê yê Îsarîlê Binyamîn Netanyahû ragihand, daxwaza serxwebûna Kurdistanê mafekî rewa ye û ew piştevaniya wê dikin.

Îran: Yekem welatê li dijî Herêma Kurdistanê bilez kete tevgerê jî Îran bû û ji bilî girtina sînorên bejahî û qada asmanî, roja lidarxistina referandûmê 25ê Îlonê çiyayên Kurdistanê topbaran kirin.

Amerîka: Amerîkayê ji destpêkê ve tevî ku piştgiriya Kurdan dikir jî ji ber rewşa aloz a Rojhilata Navîn nedixwest, referandûma serxwebûnê bê kirin. Piştî encamdana referandûmê jî Wezareta Derve û Berevaniyê yên Amerîkayê tevî ku fikarên xwe anîn ziman diyar kirin, "Wê pêwendiyên dîrokî yên Amerîkayê bi gelê Kurdistanê re dewam bikin”.

Fransa: Wezîrê Derve yê Fransayê Jean Yves Le Drian got: ‘Heger serxwebûna Kurdistanê were ragihandin’ wê ev îstiqrara herêmê xirab bike û diyar kir, ji bo ragihandina serxwebûnê ne demek e guncaw e, lê divê Bexda hin tawîzên zêdetir bide Hewlêrê û mafên Kurdan nas bike.

Tirkiye: Deshilata Tirkiyê her çiqas destpêkê bêdengî hilbijartibû jî paşê bi tundî li dijî referandûmê derket û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî ku 21ê Îlonê biryara referandûmê bo 25ê Îlona 2017an hat dayîn, Lijneya Ewlekariya Tirkiyê civand.

Erdogan gefa destwerdana leşkerî li Herêma Kurdistanê xwar û got, “Wê Barzanî biryara me bibîne” û xelkê Herêma Kurdistanê bi girtina sînoran û birçîhiştinê tehdîd kir.

Herwiha Parlamentoya Tirkiyê jî 23yê Îlona 2017an tezkereya destwerdana leşkerî bo Iraq û Sûriyê salekê dirêj kir.

Rûsya: Yek ji welatê helwesta tund nîşanî referandûma serxwebûnê nedaye Rûsya ye. Kompaniya petrolê ya Rûsî Rosneftê biryara çêkirina xeta boriyê ya bi nirxê 1 milyar dolaran li Herêma Kurdistanê ragihand. Rayedarên rûsî jî tevî piştgiriya bo yekparçebûna Iraqê digotin ku li gorî hiqûqa navnetewî mafê Kurdan ê diyarkirina çarenivîsa xwe heye û divê ev jî bi rêya dîyaloga ligel Bexdayê pêk were.