PeyamaKurd- Rêveberiya Riyadê, di derbarê qeyrana enerjiyê ya cîhanê de hişyarî da. Wezîrê Enerjiyê yê Erebistana Siûdî Ebdulezîz Bin Selman, li ser mijarê daxuyanî da û diyar kir ku qutbûna daxwaza enerjiyê, cihê fikaran e.
Wezîrê Enerjiyê yê Erebîstana Siûdî Ebdulezîz Bin Selman, di konferansa ku ji aliyê Komeleya Navneteweyî ya Aboriya Enerjiyê ve li Riyadê hat organîzekirin de li ser pirseke li ser bandora sizayên ku rê li herikîna enerjiyê digire û li ser bazara enerjiyê got ku
“Siza, ambargo û kêmbûna berbiçav a veberhênanên di sektora enerjiyê de dikare bibe sedema kêmbûna peydakirina enerjiya cîhanî.”
Wezîr Selman bal kişand ser bandora neyînî ya sizayên navborî, nîgeraniya xwe li ser "qutbûna enerjiyê li hemû waran dema ku herî zêde pêwîstî pê heye" nîşan da û negot ku ew behsa kîjan sizayan dike.
Selman, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku divê bazarên cîhanê yên enerjiyê baweriya xwe bi koma OPEC+ a ku ji hin welatên hilberîner ên neftê hinarde dikin (OPEC) bikin û wiha got:
"Ji ber ku em tevlî mijarên siyasî nabin, biryarên me teknîkî ne. Ez hêvî dikim ku ez bi tevahî xelet im, lê tiştê ku îro diqewime dibe ku bibe sedema kêmbûna enerjiyê."