image

PeyamaKurd – Hat zanîn ku kompaniya petrol û gazê DNO ku Norwecî ye, li Herêma Kurdistanê kar dike, di nav 3 mehên xebata xwe ya dawî de 160 milyon dolar qezenc kiriye û qezenca giştî jî gihîştiye 361 milyon dolaran.

DNOyê bi daxuyaniyekê bîlançoya karê xwe yê li Herêma Kurdistanê dimeşîne eşkere kir û ragihand, li bloka neftî ya Tawkê û Pêşxabûrê ku li parêzgeha Duhokê ne zêdetirî 160 milyon dolar qezenca wan çêbûye.

DNOyê li ser amarên darayî yên çaryeka duyem a îsal diyar kir, ji ber bilindbûna nirxên petrol û gaza xwezayî dahata wan di çaryeka duyem a îsal de gihîştiye 361 milyon dolaran û piştî sala 2018an dahata wan yekemîn car e zêde bûye û deynên wan jî kêm bûne.

Di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin, pereyê heqedestê wan yê li cem Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, di dawiya sala 2020an de 259 milyon dolar bû û di dawiya meha Hezîrana îsal de daketiya 87 milyon dolaran.

DNOyê diyar kiriye ku di çaryeka duyem a îsal de tevahiya xerciyên kompaniyê 198 milyon dolar e ku ji wê 81 milyon dolar li kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê, 66 milyon dolar li kêlgeha petrolê ya Tawkê û 15 milyon dolar jî li kêlgeha petrolê ya Pêşxabûrê bûye.

Kompaniya DNO daye zanîn, di çareyeka duyem a sala 2022yan de bi tevahî di rojekê de 44,600 bermîl ji kêlgeha Tawkê û 62,300 bermîlên petrolê jî ji kêlgeha Pêşxabûrê hatiye derxistin ku rojane dike 106 hezar û 900 bermîlên petrolê.

Herwiha DNOyê 4 bîrên nû yên petrolê li Herêma Kurdistanê wê bigihîne asta berhemanîn û derxistina petrolê ku 3 bîr li kêlgeha Tawkê û bîrek jî li kêlgeha Pêşxabûrê ne û pêşbînî dike ku sala 2022yan qebareya berhemanîna petrolê li herdu kêlgehên Tawkê û Pêşxabûrê rojane bigihîje 107,109 bermîlan.