image

PeyamaKurd – Deynê xelkê malbatan li Amerîkayê car din zêde bû û di çaryeka duyem ya salê de an ku di meha 4,5 û 6 an de li gor berê %2.1 zêde bû û giha 14.96 trîlyon dolaran. Rêje, di rapora ji aliyê FED ê ya beşa New Yorkê de, hat belavkirin. Rapor tenê ya çayeka duyem ya sala 2021 ê ye û tenê bo ‘deynê xelkê malan û rapora krediyê’ ye.

Deynê xelkê di malan de li gor sê mehê destpêka salê 313 mîlyar dolar zêde bûye. Ji sala 2007 an heya niha zêdebûna herî zêde ye û salane dike 691 mîlyar dolar ku deyn zêde bûye.

Di zêdebûna deynê xelkê malê de krediya avahiyan zêde bilind bûye û ji 10 trîlyon dolarê zêdetir bûye. Di pey krediya xaniyan de deynê herî zêde yê krediya xwendekaraye ku dike 1,57 trîlyon dolar. Di pey de krediyên otomobîlan bi 1.42 trîlyon dolarî, deynê kartên krediyan di pey de tê ku ew jî dike 790 mîlyar dolarî.

Di çaryeka duyê ya îsalê de tenê di deynê krediyên xwendekaran de kêmbûn heye.