image

PeyamaKurd - Kompaniya Deloitte a navnetewî ku daneyên firotina gaz û petrola Herêma Kurdistanê tomar dike, dahata çaryeka duyem a sala 2022yan (1 Nîsan 2022-30 Hezîran 2022) eşkere kir.

Kompanya Deloitte di rapora xwe de ragihand, di çaryeka yekem a sala 2022yan de 37 milyon û 618 hezar û 577 bermîl petrol li Herêma Kurdistanê hatiye hilberandin, ji wê 237 hezar bermîl ji bo bazaran navxwe, beşa din ji bo bazarên cîhanê hatiye hinardekirin û her bermîleke petrola Kurdistanê li bazarên cîhanî bi 100 dolaran hatiye firotin.

Hat diyarkirin, bi giştî 3 milyar û 789 milyon û 290 hezar û 279 dolar hinartina petrola Kurdistanê hatiye kirin.

Deloitte daye zanîn, Herêma Kurdistanê 1 milyar û 632 milyon û 695 hezar û 597 dolar ji dahata giştî ya firotina petrolê daye kompanyayên berhemhênerên petrolê û piştî dane xerciyên weke derxistin û veguhestin ji firotina petrolê milyarek û 571 milyon û 985 hezar û 275 ketiye Herêma Kurdistanê.