image

PeyamaKurd - Komîteya Mîrateyên Cîhanî ya rêxistina UNESCO a bi ser Neteweyên Yekbûyî ve, roja Duşemê 7 cihên nû li cîhanê xistin lîsta xwe ya Mîrateyên Cîhanî ku yek ji wan Girê Melidê yê li parêzgeha Meletî ya Bakurê Kurdistanê ye.

UNESCOyê li ser malpera xwe belav kiriye, çar ji wan cihan ji ber teybetmendiya wan a xwezayî hatine hilbijartin: Girava Amamî-Oşîma, Çirava Tomonoşîma, beşê bakur ji Girava Okînawa û girava Iryomotêh li Japonê ne, li gel navçeyên avî yên kêş û vekêşê yên Korî yên Gîtbol, Daristanên Kayîng Kraşan li Thailand û Daristanên Kolşîd li Gurcistanê.

Herwiha UNESCOyê sê cihên din jî ji ber taybetmendiya wan a kulturî hilbijartine ku ew jî Girê Melidê li Bakurê Kurdistanê, Hêla berevaniya Amsterdam ku bi hêla berevaniya avê ya Holendî tê naskirin û mêtingehên xêrxwaziyê li Belcîka û Holandayê.

Wezareta Çand û Tûrîzmê ya Tirkiyê li ser mijara tomarkirina Girê Melidê di  nav Lîsteya Mîratên Cîhanî ya UNESCO de ragihandiye, “Girê Melidê yê 4 hezar sal berî zayînê, ku guherînên bingehîn di pêvajoya damezrandina dewletê de di civakên Mezopotamyayê de nîşan dide, bi biryara 44emîn civîna Komîteya Mîrateyên Cîhanî wek cihekî mîrata cîhanê hat qebûlkirin.”

Wezareta Derve ya Tirkiyê jî daye xuyakirin, “Arslantepe (Girê Melid), ku di sala 2014 de li Lîsteya Mîrata Demkî ya Tirkiyê di UNESCO de hate zêdekirin û dîroka wê vedigere nêzîkî 6 hezar sal berê, wek navendeke olî û çandî tê qebûlkirin ku yekem damezrandina dewleta destpêkê di erdnîgariya me de derketiye holê. Bi tomarkirina Arslantepe (Girê Melid) li welatê me hejmara şûnwarên di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO de gihîşte 19an.”

UNESCOyê çar cihên din ên nû yên kulturî yên li Hindistan, Çîn, Îran û Spanyayêz jî xistin nav lîsta xwe.