NASA: Barana meteoran digihe lûtkeyê û wê ji her derê bê temaşekirin

NASA: Barana meteoran digihe lûtkeyê û wê ji her derê bê temaşekirin

PeyamaKurd - Ajansa Feza û Hewayê ya Amerîkayê (NASA) ragihand ku wê barana meteorên Geminid a herî baş a salê bibare û sibe bigihe lûtkeyê.

Meteorên Geminid di encama perçeyên zinaran de ku ji hêla kometeke qels a bi navê 3200 Phaethon ve li pey xwe hiştiye, dema ku li dora rojê digere, pêk tê.

NASAyê diyar kir ku meteor ji her derê cîhanê têne temaşekirin, ji ber ku ji cihekî diyar ve nayên.

Li gorî NASAyê dema baran di lûtkeyê de be, di saetekê de 60 heta 120 meteor têne dîtin.

Herwiha pisporan ragihandiye, barana meteoran ji cihên ku ezman zelal e û qirêjiya ronahiyê lê tune ye tê temaşekirin.

Çavdêrxaneya Greenwichê jî ragihand, Geminid bi rengên spî, zer kesk, sor an jî şîn in.