Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 5ê Gulanê de diçe Tehranê

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 5ê Gulanê de diçe Tehranê

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di çarçova seredanên fermî de serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di 5ê Gulanê de diçe Tehranê. Barzanî li Tehranê wê bi serokê Îranê yê dînî Ayetullah Hamaney, bi serokomar Reîsî û bi serokê meclisê bi Muhammed Baqir Galibaf re hevdîtinan bike.

Medya Îranê ji bo seredana serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo Tehranê cîh da xeberê. Li gor ajansa Mehrê; armanca seredanê xwurtkirina têkiliyên her dû dewletaye.

Biryara seredana Nêçîrvan Barzanî ya Tehranê ket pey seredana wî ya Bexdayê ku di navbera Kurdistan û Bexdayê de ‘weke destpêka merhalekî nû’ hat binavkirin.

Piştî êrîşa dawiyê ya ji terefê Îranê de ku kiribû ser Kurdistanê û Îran digot baregeha Îsraîlê li Kurdistanê heye û êrîşê ser malên Kurda kiribû, Kurda kuştibû, Herêma Kurdistanê bertekekî tund nîşanî Îranê dabû û têkiliyên wan qut bûbûn.

Nehat gotin bê daxwaza seredana Barzanî ya Tehranê ji aliyê kî de hatiye daxwaz kirin lê bi îhtîmaleka mezin wê Îran daxwaz kiribe da Barzanî serdana Tehranê bike.