Sedema kuştina 2 polîsan li Semsûrê eşkere bû

Sedema kuştina 2 polîsan li Semsûrê eşkere bû

PeyamaKurd – Şevê din li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê, polîsekî bi çekê êrîş biribû ser qereqola lê dixebite û du polîs hatibûn kuştin hejmarek jî birîndar bûbûn.

Li gorî zanyariyên medya Tirk, polîsê bi navê S.U.Ş. li ser peywirdarkirinekê nerazîbûn ji komser û amirên xwe re nîşan daye û bi wan re nîqaş kiriye.

Paşê ew polîs çûye dadweriyê bi dozger re hevdîtin kiriye û dozger jî piştî hevdîtinê ji tevgerên wî polîsî ketiye şikê û qereqol agahdar kiriye ku tevgerên wî polîsî nedirûst in.

Hate zanîn ku wî polîsî piştre bi ser qereqolê de girtiye û bi demançeya xwe gule reşandine ser hevkarên xwe yên qereqolê.

Parêzgariya Semsûrê li ser bûyerê ragihandiye ku di encama bûyera li Qereqola Altinşehîr rû daye de amirê qereqolê K.U. û amirê ekîban G.O. li nexweşxaneyê can dane. Herwiha hatiye gotin ku lêpirsîna li ser bûyerê dewam dike.