Mesrûr Barzanî ferman da ku mûçeyê 13 hezar kêmendamên din bê dabeşkirin

Mesrûr Barzanî ferman da ku mûçeyê 13 hezar kêmendamên din bê dabeşkirin

PeyamaKurd - Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê fermanek di berjewendiya kesên xwedî pêwîstiyên taybet de da.

Wezareta Karûbarên civakî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 25ê Nîsanê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û tê ragihand, piştî westandina zêdetir ya 10 salan proseya navnivîskirina kêmendamên Kurdistanê, li ser fermana rasterast ya birêz Serokê Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê, rizamendî hatiye wergirtin, ji bo pêşkeşkirina navê wan kêmendamên nû ku di qonaxa yekem de zêdetir ji 13 hezar kes pişkinîn ji wan re hatiye kirin bi mebesta dabînkirina alîkariya seqetiyê.

Herwiha hatiye diyar kirin, bi mebesta daxwaza dabeşkirina darayî ji bo bicihkirina daxwaza wezareta kar û karubarên civakî, wê name ji wezareta darayî û Hikûmeta Federalî re bê şandin.

Li gorî amarên fermî 76 hezar xwedî pêwîstiyên taybet, ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçe werdigrin.