Mesrûr Barzanî di mijarên muhafiyeta bacê û deynan de biryarên dane ragihand

Mesrûr Barzanî di mijarên muhafiyeta bacê û deynan de biryarên dane ragihand

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di derbarê biryarên muhafiyeta bacê û deynan de ragihandinê kir. Barzanî got ku ji bo mehaneyên meha Sibatê û amadekariyên ji bo meha Adarê fermanê daye wezareta Aborî û Darayî. Barzanî wekî din jî ji bo barê milletê sivik bike biryarên ku dane ragihand.

Barzanî daxwuyaniya xwe piştî civîna encumena wezîran bi dawî bû, di derbarê biryarên di civînê de dane, ji bo çapemeniyê ragihand;

“Em ji bo hukumeta federal ya Bexdayê ji bo soza mehaneyan ya ku dane ji bo bicîh bînin, berpirsiyariyên destûrî û exlaqî dixin ser stuyên wan. Weke hukumeta Kurdistanê çi ketiye ser milên me, me kiriye. Me ji bo temamê behaneyên wezareta pêwendîdar ji ortê rakin, me her tiştî bicîh aniye.”

Barzanî, her weha behsa deynên elektrîkê û cezayên trafîkê kir ku %20, fatûrayên avê û bihayên îcarê yên ku deynên wan ketiye ser hev %20, ji bihayê îtxalata berhêmên goştî %50, ji perên zankoyên taybet û dibistanên bilind %20 daxwaz kirine ku ji perên wan daxînin. Barzanî sipasiya xelkê Kurdistanê kir ku tehemmula zor û zahmetiyan kirine û got:

“Em hêvî dikin ku vê pêvajoyê bi hevre derbas bikin. Înşallah wê bibe sedema qedandina ambargoya ser Herêma Kurdistanê û krîza darayî û bibe sebeb ku pirsirêkên di navbera hukumeta Kurdistanê û ya federal de û em bigihên ecamên baş.”