Li dijî 10 kotayên mamosteyên Kurdî bertek: Pêdivî bi gellek mamosteyan heye

Li dijî 10 kotayên mamosteyên Kurdî bertek: Pêdivî bi gellek mamosteyan heye

PeyamaKurd – Piştî ku Wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiyeyê Yusuf Tekin ragihand ku wê 20 hezar mamosteyên nû bêne tayînkirin û di nav van 20 hezaran de ji bo mamostayiya Kurdî 10 kota hatiye diyarkirin, li dijî vê biryarê bertek hatin nîşandan.

Dezgehen Perwerdehiyê û mamostayên Kurdî yên ku li benda destpêkirina mamostayiyê ne, li dijî vê biryara Wezîrê Perwerdehiyê bertek nîşan dan û diyar kirin ku ev yek nêzîkayiya hikûmetê ya ji Kurdî re diyar dike.

Mamosteyên ku hemû pêdiviyên xwe yên pîşeyî pêk anîne lê belê ji ber bê kotayiyê nikarin mamostayiyê bikin destnîşan kirin ku ji bo Kurdî pêdivî bi hezaran mamostayên Kurdî heye, lê belê wezaretê tenê 10 kota daye.  

Li gorî daxuyaniya Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê îsal, ji bo Kurdî (Kurmancî û Zazakî) 10 kota (6 ên Kurmancî û 4 ên Zazakî) hatine veqetandin.

Li gorî wezaretê wê 6 mamosteyên zaravayê Kurmancî ji bo şaxa Ziman û Zaravayên Zindî û 4 mamosteyên zaravayê Zazakî jî ji bo dersên bijarte bêne tayînkirin.

Di encama Kampanyayên Dersên Hilbijartinê yên Kurdî de ku bi salan e tên kirin, Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê, par bi giştî 50 mamosteyên kurdî tayîn kiribû û 35 ji wan ji bo Kurmancî û 15 jî ji bo Zazakî bûn.