Li Bîrecikê li dijî avahiya DEM Partiyê dubare hêriş

Li Bîrecikê li dijî avahiya DEM Partiyê dubare hêriş

PeyamaKurd - Piştî hêrişa çekdarî ya duh a li dijî avahiya DEM Partiyê ya navçeya Bîrecîkê ya Urfayê, îşev hêrişeke din jî pêk hat.

Şaxa DEM Partiyê ya Urfayê di derbarê hêrişa dawî de daxuyaniyeke tund da û got: "Em baş dizanin û dibînin ka kîjan hêzên tarî, kûr û qirêj li pişt vê hêrişa bêrûmet û hovane ne."

Di daxuyaniya DEM Partiyê de wiha hate gotin:

“Li Bîrecikê, piştî ku duh hêrişeke çekdarî pêk hat, ev hêrişa duyemîn e ku li dijî heman avahiya partiya me pêk tê. Hêrişkar an jî hêrişkaran, bi cismekî hişk li cama avahiya navçeyê ya li ser Cadeya Abdulkadîr Erdîl a Taxa Meydanê xistine. Di avahiyê de ziyana aborî pêk hatiye. Heya niha nasnameya hêrişkar an jî hêrişkaran nehatiye diyarkirin. Halîl Begîtê birayê mezin ê Mehmet Begît ê ku piştî hilbijartinên 31ê Adarê, ji partiya me îstifa kiribû, duh di derbarê hêrişa duh de hatibû binçavkirin û ew hê jî girtî ye.