Kurdekî Efrînî di girîtgeha çekdaran de hate kuştin

Kurdekî Efrînî di girîtgeha çekdaran de hate kuştin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Kurdekî Efrînî yê bi navê Cangîn Osman Nasan di girtîgeha bajarokê El Raiyê ya koma çekdar a Sultan Murad ku Tirkiye piştevaniya wê dike de bi îşkenceyê hate kuştin.

Li gorî daxuyaniya Partiya El-Wehde ya Demokrat a Kurdî li Sûriyeyê, hefteyekê berê Hikûmeta Tirkiyeyê malbata Cangîn Osman Nasanê 36 salî agahdar kiriye ku cenazeyê wî ji bajarokê El Raiyê wergirin.

Li gorî zanyariyan, çekdaran 23yê Nîsanê cenazeyê Cangîn Osman Nasan li bajarokê El Raiyê veşartiye.

Cangîn Osman Nasan ji gundê Rûtayê yê bajarokê Mabata ya Efrînê ye û ji malbata wî ti kes li gund nemaye.

Bavê Cangîn, Osman Mecîd Nasanê 65 salî, dêya wî Zeyneb Ebdoya 60 salî, hevjîna wî Zuleyxa û çend kesên din ên ji malbata wî 6ê Hezîrana 2020an li taxa Eşrefiyeyê ya Efrînê hatibûn girtin. Dêya Cangîn, Zeyneb Ebdo Tîrmeha 2021ê hatibû berdan lê 23yê Kanûna 2021ê li gundê Rûtayê jina xwe ji dest dabû. Çarenivîsa kesên din ên malbata Cangîn Osman Nasan hê jî nediyar e.