Ji Parêzgarê Hewlêrê serdana pîrozbahiyê bo Serra Bucak û Dogan Hatun

Ji Parêzgarê Hewlêrê serdana pîrozbahiyê bo Serra Bucak û Dogan Hatun

PeyamaKurd – Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnav di çarçoveya serdana xwe ya ligel şandeke bazgirganî ya bo bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê de, ji Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ji aliyê Hevserokên Şaredariyê Serra Bucak û Dogan Hatun ve hate pêşwazîkirin.

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê derbarê serdanê de ragihand, Serra Bucak û Dogan Hatun, mazûvaniya Waliyê Hewlêrê Omîd Xoşnav kir ku ji bo hin danûstandinan li bajêr bû.

Xoşnav pîrozbahî li hevserokan kir û serkeftin xwest

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Xoşnav û heyeta pê re ji aliyê hevserok Serra Bucak û Dogan Hatun ve hatin pêşwazîkirin. Xoşnav pîrozbahî li Hevserokan kir û serkeftin ji wan re xwest. Hevserokatiyê kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê nîşan da û spasiya Xoşnav û şanda pê re kir.”