Hewramanî: Ji bo neşandina mûçeyan ti hincet nîne

Hewramanî: Ji bo neşandina mûçeyan ti hincet nîne

PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî diyar kir ku hemû kêşeyên ku rê li ber şandina mûçeyên fermanberan nagirin, hatine çareserkirin û ti sedemek nîne ku Bexda mûçeyan neşîne.

Hewramanî derbarê hûrgiliyên civîna asayî ya heftane ya doh a Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek da çapemeniyê û bersiva pirsên rojnamevanan da.

Hewramanî da zanîn ku di civîna Civata Wezîran de projeya Hesabê Min, budçe, rewşa cotkaran û pirsa personelên bi girêbest hatine gotûbêjkirin û got, paşxistina mûçeyên meha Nîsanê bi "Projeya Tatwin" û dahata navxweyî ve girêdayî ye ku heman mebesta projeya Hesabê Min heye.

Hewramanî da zanîn ku di şandina mûçeyan de ti astengî nînin û got, “Niha bankayeke dewletê beşdarî projeya Hesabê Min bûye û li ser dahata navxweyî jî lihevkirinek çêbûye. Ji ber vê sedemê em li bendê ne ku Wezareta Darayî ya Federal di zûtirîn demê de mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê bişîne.”

Hewramanî amaje bi wê yekê jî kir ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî, berpirsên projeya Hesabê Min şîret kiriye ku bi TBI Bankê re hevkariyê bikin û proseyê bileztir bikin, Hewramanî da zanîn ku ti karmend ne neçarin ku li bankeke taybet hesabekî vekin.

Herwiha Hewramanî got, “Ev kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye kabîneya ku behaneyan qut dike.” Herwiha got: “Ti hincet nîne ku mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê neyên şandin.”