Herêma Kurdistanê li deriyên sînor GPSê bi kar tîne

Herêma Kurdistanê li deriyên sînor GPSê bi kar tîne

PeyamaKurd - Wezîrê Ragihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher diyar kir ku li deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê wê cara yekem pergala GPSê bê bikaranîn.

Wezîrê Ragihandinê yê Herêma Kurdistanê Ano Cewher, bi mebesta danasîna pergala GPSê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Ano Cewher eşkere kir ku bi hemahengiya Wezareta Veguhestinê ya Iraqê wê di çûnûhatinên deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê de cara yekem pergala GPSê bê bikaranîn.

Cewher da zanîn ku di çarçoveya projeya derbazbûna pergala GPSê ku bi hevkariya Wezareta Ragihandinê ya Herêma Kurdistanê û Wezareta Veguhestinê ya Iraqê, li deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê  tê pêkanîn wê nêzîkî 300 derfetên kar bên dabînkirin.

Ano Cewher got, “Bi saya vê pergalê, barhilgirên ku bi ser deriyên sînor tên Herêma Kurdistanê, wê bi awayekî elektronîkî bêne kontrolkirin. Ev proje di berjewendiya Herêma Kurdistanê, Iraq, welatên cîran û welatên kendavê de ye. 

Pergala GPS ango Global Positioning System (Pergala Bicihkirina Global), pergaleke radyonavîgasyonê ya peykî ye.

Ev pergal, ji aliyê Hêza Fezayê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve yekem car hatibû dozîn.