Encama şewata Bazara Qeyserî: 370 dukan bi temamî şewitîn

Encama şewata Bazara Qeyserî: 370 dukan bi temamî şewitîn

PeyamaKurd - Qeymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd encama şewata Bazara dîrokî ya Qeyseriyê ya paytext Hewlêrê ragihand

Nebez Ebdulhemîd aşkere kir ku di encama şewatê de zêdetirî 370 dukan bi temamî şewitîne.

Qaymeqamê Hewlêrê Nebez Ebdulhemîd di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de bi bîr xist ku şewata ku şeva borî li Bazara Qeyseriyê derketiye di encama destwerdana tîmên berevaniya sivîl de di demeke kurt de hatiye kontrolkirin.

Ebdulhemîd da zanîn ku li gorî zanyariyên destpêkê ji 4 hezar dukanên bazarê 370 dukan ku ji sedî 10ê bazarêye, bi tevahî şewitîne.

Nebez Ebdulhemîd da zanîn ku agir hatiye vemirandin, lê belê xebatên sarkirinê berdewam dikin û got ku komîteya ku ji bo lêkolîna sedemê şewatê hatiye avakirin duh piştî bûyerê yekser dest bi karê xwe kiriye.

Duh êvarê di derdora demjimêr 21.30an de li Bazara Qeyserî ya dîrokî ya paytext Hewlêrê şewat derketibû û agir bi carekê li gellek dukanên nav bazarê belav bûbû.