Baranê toza ezman malişt: Herî bariya
PeyamaKurd – Bi hatina pêlên tozê yên ji çolên Afrîka û Erebistanê li Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê gelek bajar di bin bandora tozbarînê de man û gelek kesan jî serî li nexweşxaneyan da.
Li bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê jî ji danê sibehê ve bandoreke zêde ya tozbarînê hebû ku mesafeya dîtinê jî pir kêm kir ku trafîk hin deveran rawestiya.
Piştî nîvro jî tozbarîn û ewrên tozê bi baraneke xurt a nişkave bi ser bajêr de bariyan.
Tozbarîn bi hatina baranê re ji ezmanan herî jî bi xwe re anî ku toza li ser camên otomobîlan û malan bi heriya ji ezmanan hat ve guherî.