Bafîl Talebanî: Pêwendiyên me bi PDKê re dikarin baştir bibin

Bafîl Talebanî: Pêwendiyên me bi PDKê re dikarin baştir bibin

PeyamaKurd – Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafîl Talebanî di konferanseke ku li Peymangeha Washingtonê ya Amerîkayê beşdar bû de, derbarê geşedanên li Herêma Kurdistanê bi taybet hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de nirxandinan kir.

Talebanî diyar kir ku têkiliyên wî û PDKê ne gelekî geş in lê dibe ku baştir bibin.

Herwiha Talebanî li ser pêwendiyên her du partiyan jî got, îdeolojî, sîstem û pêkhateyên her du partiyan cuda ne.

Bafîl Talebanî ku têkiliyên YNK û PDKê weke 'pandulê' bi nav kir û wiha got: "Carnan pir baş e, carinan jî pir xirab e. Ez nafikirim ku têkiliya me pir xirab e, lê pandulum her gav dikare di rêyên cûda de bimeşe."

Bafîl Talebanî herwiha got, "Eger hikûmeta Herêma Kurdistanê, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê û aliyên din ên siyasî bixwazin rewşa Kurdistanê baştir bikin, bi dîtina min mimkûn e. Ez gelekî geşbîn im. Ya duyemîn jî, ji aliyê genetîkî ve ez hilgirim. Genên xweşbîniya Mam Celal."

"Em alîgirê hilbijartina di dema xwe de ne"

Di çarçoveya serdana xwe ya li Waşintonê de, Serokê YNKê herwiha li gel cîgira Wezareta Derve ya Amerîkayê bo karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf, cîgira Wezareta Derve ya Amerîkayê bo karûbarên enerjiyê Kimberly Harrington û Kordînatora Dijî Terorê Elizabeth Richards civiya.

Endamê Serkirdetiya YNKê Bafîl Talebanî, di hevdîtina xwe ya ligel Berbara Leaf cîgira Wezareta Derve ya Amerîka bo karûbarên Rojhilata Navîn de, helwesta partiya xwe ya derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de dubare kir û ragihand, ew ligel wê yekê ne ku hilbijartin di dema xwe de bên kirin.