WSJ: Îstîxbarata Amerîkayê dibêje ku fermana mirina Navalni Putin nedaye

WSJ: Îstîxbarata Amerîkayê dibêje ku fermana mirina Navalni Putin nedaye

PeyamaKurd – Rojnama The Wall Street Journal ya Amerîkayê nûçeyekî belav kir û di nûça xwe de dibêje ku fermana mirina muxalifê desthilata Rûsyayê yê Navalni ne serokê Rûsyayê Vladmir Putin daye. Rojname binkeya nûça xwe dibe ser çavkaniyên leşkerî yên Amerîkayê û dibêje ku îstîxbarata Amerîkayê jî di heman fikrê de ye.

Di meha Sibata borî de muxalifê Putin Navalni di zîndanê de jiyana xwe ji dest dabû û welatên rojava û serokê Amerîkayê Biden ragihandibûn ku serokê Rûsyayê Putin Navalni daye kuştin.

The Wall Street Journal, her weha ragihand ku çavkaniyên îstîxbaratên Amerîkayê di derbarê wextê mirina Navalni û li ser doneyan lêkolînê dikin.

CIA, rêvebiriya îstîxbarata Amerîkayê û îstîxbarata wezareta karên derve ya Amerîkayê jî bi çavkaniyên îstîxbarata Amerîkayê re di heman firkrê de ne.

Çavkaniyên îstîxbarata Amerîkayê dibêjin ku fermana mirina Navalni Putin nedaye, nizanin Navalni di çi şertan de miriye û wê sedema mirina Navalni ti carê nê zanîn.