Welatên Ereb li Riyadê banga agirbestê ya bo Xezeyê dubare kir
PeyamaKurd – Welatên Ereb li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê ji bo gotûbêjkirina rewşa Xezeyê û şerê ji 7ê Cotmeha 2023yan ve berdewam dike civiyan.
Piştî civînê Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî bi daxuyaniyeke nivîskî encamname eşkere kir û ragihand, banga agirbestê bo Xezeyê hatiye dubarekirin.
Di encamnameya civîna ku bi serpereştiya Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan di navbera 6 welatên Ereb de hate encamdan de, hate gotin, “Pêwîste şerê li Xeta Xezeyê were bidawîkirin, agirbesteke tam bê ragihandin û li gorî hiqûqa mirovî ya navdewletî sivîl bên parastin.”
Herwiha hate xwestin ku hemû dorpêç û astengkirinên li ser Xezeyê bên rakirin, piştevanî ji bo hewldanên avakirina dewleteke serbixwe ya Filîstînê bê kirin.