Şanda Hamasê gihîşt Qahîreyê!

Şanda Hamasê gihîşt Qahîreyê!

PeyamaKurd – Heyeta Hamasê ji bo muzakereyên agirbestê yên bi Îsraîlê re dewam dike hat Qahîreya paytexta Misrê.

Hevdîtinên agirbestê yên di navbera Hamas û Îsraîlê de, piştî êrîşa Îsraîlê ya doh li ser bajarê Refahê yê li Şerîda Xezzeyê, dewam dikin.

Di daxuyaniya Hamasê de hat diyarkirin ku şandeya muzakereyê ya bi serokatiya Xelîl El Haya herî dawî ji Dohaya paytexta Qeterê çû Qahîreya paytexta Misrê.